Nivîsar

Em li hevdu ra xwedî derkevin-5-

 
 

Ji bo dasekinandina nirxên netewî ê gel ê kurd ê balkêş û hêja mera ese yekbûn lazime,ji bo ku em bikaribin bersîveke  layîq bidin demê,ji bo ku pirsgirêkên global çareserkin,ji bo ku careke din em bibine maqûl û payedar ê cîhanê,rêvebirê cîvakan, ji bo pêşketinan yekbûn pêwîste.Ez jî bi hiş û mejû,bi heyîn û hebûna xweva dijî vê qedera ne layîq,durî,xedar û rezîl bi hestim.

  Evê jîyana îroîn ya ku barbarên dîrokê ji mera pêşkêş kirine,bi xapandin û derewên cuda-cudava em kirine vê rewşa xirab ,ji bo ku em heya dawîyê barbarara xizmetê bikin hest û nirxên me netewî ji me copandine,ziman ê me ê dîrokî û kevnar li bin zext û bandoranda givişandine û hewl dane bihelînin ji holê rakin. Lê ezm û mêrxasîya me a dîrokî vê îxaneta bîyanîyan û manyakên dîrokêra rê û mecal nedaye ku serkevin,hertim hember  van hest û kirinên qirêj e hovane kurd  hişyar û ser pîya bûne.Bi berxwedan û serhildanan jîyana xwe domandine.Lê mixabin yekbûn a xwe nikarbûne ava bikin, di nav teredud û xapandinêda mane.Lê îro li Kurdistanê dastana yekbûnê,rastîya azadîyê,dîroka mirovahîyê ji nûva tê nîvsandinê .Pêşeroja gelê kurd,qedera milyonan ronî û zelal dibe.

Ey kurd herkê hesdikî xwe nasbikî,dîrokêda şopa xwe bivînî,jîyanêda serkevî,pêşerojêda bivî xwedan rûmet pêwîste tevî vê dastana pîroz bivî û bimeşî.Şansa te heye….

 Netewa kurd bi çand,wêje û dîroka xweva netewek bê evez û newekilandîye,netewek poêtîke,bi ruhê xweva poêzîyayêva girêdayîye û nijadek tewazokar,maqûl û dilovane. Dîrokê heya naha ( dîroka çewt  a barbar û kujerê mirovan,dîroka manyakan ) berdêla,nirxa vî gelî nedaye.Em îro vê dîrokê bi yekbûna xweva mecbûr dikin ku me binirxîne û bipejrîne (biecbîne ).Emê bi serkeftina xweva rênîşa dîrokê,.dîdema dîrokê,mijara dîrokê,nexşa cîhanê bugeherin,dîroka mirovahîyê bi faktan li ser rastîyê serarast bikin. Kurd tenê ne ji bo azadîya mafê xwe,welatê xwe wisa jî ji bo azaya mirovahîyê û ji bo ku ji xaosa demdirêj derê qada şerekî dijwar ê dîrokîdane.Yê ji vî şerî bi şeref serkeftî û serbilind derên. LEWRA BI HEVRANE.Yê dunyake bê sînor a wekhevîyê ava bikin.

Dastana yekbûnê û azadîyê tê nîvsarê torîvanê wê şeîdên Kurdistanêne,
Helbest û kilama şeîdan tê nîvsarê ,sêwirandinê
Helbestvan û kompozîtor gelê kurde,
Strana pêşerojê tê efirandinê stranbêj gelê kurde,
Dîdema yekbûnê tê kişandinê wênekêş gelê kurde,
Azaya niştîmanê tê xuya kirinê
ALTINDAR gelê kurde.
Dîroka kurda bi xwîna şeîdan tê nîvsarê
Nîvsarkar şeîdên K U R D I S T A N Ê N E
Dunya bê sînor tê ava kirinê
Mêmar gelê kurde.
Dîrok ji nûva tê lêkolîn kirin
Lêkolînvan gelê kurde.
Vejîna gelê kurd ji gurbûna agrê Newroze.
Agrê Newrozê ronahîya dîroka gel ê arîye,hewildana azaya mirovane a ji zor û zulmê.
Azaya kurd,Kurdistanê destpêka ronahîya dîroka mirovahîyêye veşartîye.
Rastîya dîrokê tê zelal kirinê hewildar gelê kurde
Nexşa cîhanê tê kişandinê sînordar gelê kurde
Dastana rizgarîyê tê efirandinê
Mêrxasê wê gelê kurde
Dastana wekhevîyê tê nîvsarê
Torîvan gelê kurde.
Gel ewlad  digihîne ku bijî
Welat jî gel vedijîne
Lê gelê bê welat najî
Navê welatê me K U R D I S T A N E
Lê nav nîşana cîyê jîyana min Cîhane,cîhan.

Bi dîroka gelê xweva kîfxweş û serbilindim û hîvî her kurdê bi şeref dikim: berî her tiştî gelê xwe ra bi wîcdan xizmetê bikin ,bîr nekin ku hun kurdin,hewcî hevdune , em hevdura xwedî derkevin. Kurd hertim di hêla  dîrokvan,nîvsarkar,kesayetên navdar  ên bîyanîva  baş  hatine  nirxandinê.

*Kurd – navê xweda ê veşartîye,

Kurd çawa navê dostê teye,heja laşê mirov û heja serkeftinêye*.Dênîs Tûkmakov rojnama *Zavtira * hejmara 10,adar,1999 sal

  Ji bo me azayî jîyana bi sîyanete.Bapîrê me derbarê ve yekêda weha gotine *Eger sîyaneta kurd jê bistînî tiştekî wî namîne.*.
Mêrxasî û xêrxasîya me îro dîroka hemdemîda bi kar û emelên  meva tê pîvandin û nirxandin.
Mijara dastana yekbûna me bi karê gelêrî ya hemdemiva tê pejirandin,hêjayî parastin û şopandinêye.

Xulase her mirov hêjayî jîyaneke bi wete û azaye usa jî mirovên kurd.Azadî û jîna bi wete jî ji yekbûn û hevdu qebûlkirinê destbêdike.
PEYWIRA ME A YEKEMÎN HEVDURA XWEDÎ DERKETINE,GEL KU HEVDU RA NEBE XAYÎ JI PÊŞEROJÊ QUT DIBE…….HEVDU RA XAYÎ DERKETIN TEYAXA MENEWÎ A GELÊRÎYE.  MIROVÊN BÊ TEYAX A MENEWÎ TU KARÎDA LI SER NAKEVIN……..

Kurd ji bo ku rewşa têdane bugehirin hewildanekêdane.
Cavahîrlel Nêhrû rêberê gelê hînd ê navdar derbarê kurdada weha gotîye..*Ji bo azadîyê gelê kurd berxedanêdaye,ji bo rizgarîyê amadeye xwe qurban bide.Vê oxrêda (radeyêda ) vîna (îrade ) gelê kurd a şoreşker şikêstandin nabe *.


BÊWAR  BARΠ TEYFÛRΠ   2012.

Back to top button