CivakFlaş

Em li dijî xetera provokasyonê tedbîra digrin…!

Wezîrê Karên Navxwe yêTirkiye Mustafa Çiftçi, di daxuyaniyekê de piştî pejirandina qanûna çarçoveyî got, “Em dikarin nexşerêya Tirkiyeyek bê teror bi çar peyvan vebêjin: jiholêrakirin, piştrastkirin, kontrolkirin û normalîzekirin.” Wezîr Çiftçi got jî, “Berî her tiştî, ev ne efuyek e. Ji bo terorîzmê çekeke vala tune; her gav bi şert, demên diyarkirî û kontrola dewletê ve girêdayî ye. Xala herî hesas a pêvajoyek wisa xetera provokasyonê ye. Em ji vê yekê haydar in û ji destpêkê ve tedbîr digirin.”

Mustafa Çiftçi, ji nivîskara Hurriyetê Hande Fırat re axivî û diyar kir ku di Tirkiyeyek bê teror de pêvajoyek sê-qonaxî dê were bicîhanîn û got, “Wekî Wezareta Navxwe, em di vê pêvajoyê de sê erkên bingehînpêktînin.

Ya yekem, em bi xwe li ser erdê dişopînin ka rêxistin bi rastî di hemî hêmanên wê de hatiye ji holê rakirin an na.

Ya duyemîn, em pêşî li hewldanên sabotekirina pêvajoyê û provokekirina civakê digirin.

Ya sêyemîn, em têkoşîna li dijî terorîzmê bênavber, hem di nav sînorên xwe de û hem jî li derveyî sînorên xwe didomînin. Dewlet destê xwe ji tetikê ranake.

Back to top button