
Serokê Amerîkayê Donald Trump got: “Ez ê di demek nêzîk de Tengava Hurmuzê wekî axa Amerîkayê ragihînim.” Trump hûrgiliyên li ser ka ev çawa dê were bicîhanîn an statûya wê ya yasayî neda. Îranê jî bertek nîşanî daxuyaniyên Trump da.
Trump di derbarê rêya avê ya stratejîk de ji Fox News re got, “Ez ê di demek nêzîk de Tengava Hurmuzê wekî axa Amerîkayê ragihînim .” Serokê Amerîkayê her wiha diyar kir ku Washington dê zexta aborî ya li ser Îranê zêdetir bike û got, “Em ê di warê aborî de li Îranê bi tundî bêxin.”
Daxuyaniya dawî ya Trump di demekê de tê ku, Washington ji bilî operasyonên leşkerî, tekezî li ser cezayên aborî û dorpêça deryayî ya li dijî Îranê dike.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent jî got ku; dê hefteya bê tedbîrên nû yên li dijî Îranê werin ragihandin û tedbîran wekî “bê mînak di dîrokê de” bi nav kir. Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth diyar kir ku hêza deryayî ya Amerîkayê dikare dorpêça deryayî ya li dijî Îranê hetatetayê bidomîne.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Kazem Xerîbabadî bertek nîşanî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Trump da ku ew ê Tengava Hurmuz wekî “xaka Amerîkayê” îlan bike. Xerîbabadî got, “Tengava Hurmuz bi tweet, bi keştiya balafiran, bi dayîna fermanan, an jî bi axaftinên hilbijartinê nayê desteserkirin.”
Garîbabadî di peyama xwe de ji Serokê Amerîkayê Trump re axivî û diyar kir ku divê Amerîka têkçûnên stratejîk û giran ên li dijî Îranê qebûl bike, û got: “Tengava Hurmuzê ya Îranê bû, ya Îranê ye û dê ya Îranê be. Ev tengav tenê bi fermana Îranê tê vekirin û girtin, û heta ku hûn têkçûna rastîn qebûl nekin û xewnên xwe bernedin, Îran dê berdewam bike ku dorpêçê (li ser Tengava Hurmuzê) ferz bike.”


