Civak
Em Leyla Qasim bi giramî bibîrtînin
Leyla Qasim di roja 12.05.1974an de li Bexdadê ji alîyê rejîma Beasê ve hate darvekirin.
Leyla Qasim tekoşereke jin ya endama Partîya Demokrat a Kurdistanê-Iraq(PDK I) bû.
Ew alaya ku Leyla Qasim jibo wê jiyana xwe feda kir îro li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Başûrê
Kurdistanê ba lêdibe.
Têkoşîna azadîya Kurdistanê ya ku Leyla Qasimê di rêya wê de jiyana xwe feda kir, îro li herçar
parçeyên Kurdistanê berdewam e.
Tu darvekirin,kuştin, destdirêjî û jenosîd dê nikaribe rê li ber azadîya Kurdistanê bigire.
Em Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê careke din bi giramî bi bîr tînin.
Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê