PolîtîkRojev

“Em Kurdin û ev der Kurdistane”

Serokê ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, serdana Sêrtê û navçeya Misircê(Kurtalan) kir û li nav bazara bajêr geriya.

Li navçeya Misircê di dema serdana dûkanekê de esnafê bi navê Cemil Taşkesen ji Meral Akşener re got, “Em Kurd in zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Cihê hûn niha lê ne Kurdistan e, lê mixabin li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin.”

Akşener jî wek bersiv got, “Kurdbûn, Tirkbûn, Elewîbûn û Sunîbûn nasnameyên etnîkî yên mirovan e. Pêwîst e hemû kes li nasnameyên olî û mezhebî rêzê bigre. Ez ji serî de tiştekî dibêjim; `Em di nav sînorên vî welatî de yek parçe ne, an na? Bersiva pirsê yek e. Wê bersivê hem dê tu hem jî ez ê bidim. Ez Tirk im tu Kurd î. Ji ber wê jî Kurdek û Tirkek dê bersivekê bidin. Ez ê bêjim `Cemîl, li vê erdnîgariyê, wek yek parçeyiya Anadoluyê, ji Edîrneyê heta Qersê di nav vê sîstemê de gelek nasnameyên etnîkî hene, di nav misilmanetiyê de gelek baweriyên cuda hene, mezheb hene. Em di vî warî de yek in, yek parçe ne? Eger ji vêya re bêjî `erê` … kes te înkar nake. Ne pêkan e ez vêya bi vî awayî qebûl bikim. Ev cudakarî ye. Ne pêkan e qebûl bikim.”

Li nav bazarê jî welatiyekî ji Akşener pirsa, “Di serdema wezîrtiya we ya navxweyî de çend kuştinên kiryar ne diyar çê bûn?” kir. Akşener di bersiva xwe de got, “Di wezîrtiya min de qet çênebûn. Hûn dikarin rexneyan li min bigrin û ji min nefret bikin. Lê ez derew û bêbextiyan qebûl nakim. Min 8 mehan wezîrtiya navxweyî kir.”

Hinek endamên partiya Akşener, nerazîbûn li hember pirsa welatî nîşan dan û bertek nîşanî wî welatî dan û alozî di navbera wan de derket. Polîs, midaxeleya bûyerê kir û welatî ji wir dûrxist.

Serokê ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, piştî serdana Sêrtê derbasî bajarê Êlihê bû.

Back to top button