Nivîsar

Em Kurd çi dixwazin?

Li gor min, divê dezgeh û partîyên xwe Kurdistanî dibînin û gotinên qelew dikin, bi civîn yan konferansekê li hev kom bibin û li bersiva “EM KURD ÇI DIXWAZIN” bigerin û jê re bersivekê bibînin.

Nûrî Çelîk

Yekîtî yan tifaqa netewî bingeha serketin û serfirazîya millet û dewletan e. Şik û guman ji vê re tune. Bê yekîtîyek netewî ne millet karin hebûna xwe biparêzin, ne jî dewlet. Yekîtî û tifaq ji milletekî wek milletê Kurd bindest re wek nan û avê ferz û şert e. Bi ser ku hemû rêxistin û partîyên Kurd vê yekê dizanin jî, tu kes ji dev ji kursî û meqamê xwe bernade û gavekê bi pêş de navêje. Herkes behsa yekîtîyê dike, lê tu kes jî nabêje devê min tirş e û xwe nêzîkî yekîtîyê nake. Rastî û xwelîserîya me ya îro ev e.

Rewşa Başûr û Rojava li ber çav e. Ji ber partîyên herdu beşan neyarên hev in û berjewendîyên partîyên xwe di ser berjewendîyên Kurdistanê re digrin, alozî, nakokî û pirsgirêk berdewam in. Çi nakokî, neyartî û pirsgirêkên navxweyî, çi jî  yên bi dewletên dagîrker re çareser nebûne û xuyaye wê demek dirêj jî nebin. Dubendî, duserîtî û neyartîya navxweyî kês û fersendê dide dagîrkerên Kurdistanê ku xwe bihêztir bikin û pirsgirêkên xwe yên bi Kurdan re taloq bikin û çareser nekin. Ev yek hem rûn li ser nanê dagîrkerên Kurdistanê dike, hem jî xewn û xeyalên milletê Kurd vedimrîne, wan ji hest û daxwazên Kurdayetîyê dûr dixe.

Li Bakur temara mirinê bi ser Kurdan de girtiye. Hem ji alî hest û hizrên netewî û hem jî ji alî ziman, exlaq û çanda Kurdî ve beravêtî bûne. Her roja ku diçe ji kîsî Kurdan diçe. Sebeb û sersebebên vê rewşê malkambax dîsa bêtifaqîya partîyên Kurd, neyartî û berberîya wan û tunebûna yekîtîyek netewî ye. Wek me li jor jî got, ev yek rûn li ser nanê dijmin dike, xizmetê ji siyaseta dewletê re dike û Kurdan gav bi gav ber bi tunebûnê ve dibe.

Di gotin û galgalê de herkes yekîtîxwaz e. Lê ji bo yekîtîyê çi pêwîst e, çi şer t e, xwestek û daxwaz çi ne kes behsa wê nake. Bi gotinên girover ne yekîtî pêk tê, ne jî yekîtî dikeve raya xwe. Divê xal, armanc, plan û proje zelal bin ku meriv karibe li ser esasekî nêzîkî hev bibe û gavekê bavêje.

Yekîtîyek çawa û bi çi rengî? Ji bo yekîtîyê divê xetên sor çi bin? Ji yekîtîyê çi tê fêhmkirin? Di şertên îro de li Bakurê Kurdistanê wê yekîtîyek çawa xizmetê ji Kurdan re bike? Û gelek pirsên din.

 Partîyên ku îro li Bakur xwe Kurdistanî dihesibînin û pirsgirêkên îdeolojîk di navbera piranîya wan de nemane, yanî kêm zêde hemû wek hev difikirin, çima nikarin gavekê ji bo yekîtîyê bavêjin? Li gor min pirs pir zelal û kifş e. Rêvebir û kadroyên wan partîyan hem di serê xwe de ne zelal in, hem jî di daxwaz û xwestekên xwe de ne zelal in. Ji ber di mejî û daxwazên xwe de ne zelal in, nikarin yan newêrin helwestekê jî bigrin, newêrin ji bo yekîtîyê gavekê pêş de bavêjin. Kesên ku di mejî û daxwazên xwe de ne zelal bin, nikarin gav jî bavêjin. Nezelalbûn wêrekîyê, û newêrekî jî cesaretê dişkîne. Ji ber vê, ji bo yekîtîyê berî her tiştî divê mejî û daxwaz zelal bin. Ji bo zelalbûna mejî û daxwazê jî divê berî her tiştî em vê pirsê ji xwe bikin: Em Kurd çi dixwazin?

Birastî em Kurd çi dixwazin?

Heger bersiva vê pirsê bê dîtin û bê dayîn, dibe ku ji bo yekîtîyê gav jî bên avêtin.

Li gor min, divê dezgeh û partîyên xwe Kurdistanî dibînin û gotinên qelew dikin, bi civîn yan konferansekê li hev kom bibin û li bersiva “EM KURD ÇI DIXWAZIN” bigerin û jê re bersivekê bibînin.  Heger bersiva vê pirsê bibînin û bidin, wê karibin bi mejîyekî zelaltir û bi daxwazên maqûltir rêyekê ji yekîtî û tifaqek netewî re bibînin. Zelalbûna mejî, helwest û daxwazan wê ji bo tifaq û yekîtîyek netewî gelek sûd û derfetan bi xwe re bîne. Lê berî her tiştî  divê xwestek û dilxwazîya tifaq û yekîtîyê bi meriv re hebe. Xwestek û dilxwazî tunebe zelalbûna mejî bi serê xwe têra tifaq û yekîtîyê nake.

Û mixabin tiştê dixuye jî ev e.

Back to top button