Em Komkujîya 1ê Sibata 2004ê Rûreş Dikin
Em Komkujîya 1ê Sibata 2004ê Rûreş DikinDi 1ê Sibata 2004an de li Hewlêrê di dema pîrozbahiya cejnê de ji aliyê Ensar El Îslamê ve êrîş pêk hat û di encama êrîşê de ji zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û 200 kesên ji wan jî brîndar bûbûn.Roja 1ê Sibatê li Hewlêrê di encama êrîşên li ser avahiyên PDK û YNKê de berpirsên bilind yên her du partîyan jiyana xwe ji dest dan û brîndar bûbûn. Êrîş di dema pîrozbahiyên cejnê de hatîbû kirin û di naw kesên şehîd ketine de endamên Polîtburoyên PDK Samî Abdurrahman û Seîd Abdullah, Endamê Komîteya Navendî Şevket Şêx Yezdîn, Parêzerê Hewlêrê Ekrem Mantiq û alîkarî wî û di heman demê de Yekitiye Nivîskarên Kurdistan yê Serokê şaxa Hewlêrê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Ehmed Rojbeyan, Gerînendeyê Polîsên Hewlêrê Amîd Nerîman û Berpirsê YNK yê Hewlêrê Şaxwan Abbad û gelek berpirsên YNKê jiyana xwe ji dest dabûn.Em di 13emîn salvegera komkujîya 1ê Sibatê de, qatil û piştgirên vê komkujîyê rûreş dikin, şehîdên vê êrîşê û hemû şehîdên Kurdistanê bigiramî bibîr tînin. 01.02.2017Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê