
Pirsgirêk û nakokîyên di navbera partîyên başûrê Kurdistanê de (bi taybet PDK û YNK)ji alî herkesî ve tê dîtin û herkes ji vê yekê ne razî ye. Ne tenê Kurd, rayedarên dewletên Ewropî jî ji vê yekê ne razî ne û ji pêşeroja Kurdistanê bi şik û guman in.
Pirsgirêk û nakokîyên her du partîyên başûrê Kurdistanê bandorek neyînî li destkeftin û pêşeroja Kurdistanê dikin û dibin sebeb ku rayedar û dewletên ku dostên Kurdan in nikaribin zêde alîkarîya Kurdan bikin û xwedî li waan derkevin. Ji ber vê yekê jî Amerîka û welatên hevpeymanên wê bi israr daxwaza yekrêzîya hêzên pêşmerge li her du alîyan dikin.
Parlamenterê Kanadayê Tom Kmiec jî heman şik û gumanên xwe anîn zimên û ji çapemenîyê re behsa pirsgirêk û nakokîyên navbera herdu alîyan kir. Tom Kmiec, diyar kir ku haya wan ji parçebûna partêyên Kurdistanî heye û got: “Dema em parçebûnê dibînin û dibihîzin, em rastî êş û azarê tên û ji pêşeroja Kurdistanê bi fikar in”.
Li gor Tom Kmiec, federalî yekane çareserî ye û dibêje: “Ji ber ku nakokîyên tund pirsgirêkan çareser nakin û pirsgirêkên bingehîn ji holê ranakin”.
Pirsgirêk û nakokîyên nava PDK û YNK bike neke bandorê li helwest û neyekrêzîya wan a li Bexdayê jî dike û ev yek jî bi kêrî siyaseta Bexda û Tehranê tê. Neyekrêzî û dubendîya wan dihêle ku pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê jî çareser nebin. Ev jî ne li xêra Kurdan lê di berjewendîya armanc û siyaseta Bexda û Tehranê de ye.