Polîtîk

Em ji bo vê pêvajoyê hevdîtina li gel Hewlêr dikin

Erdogan îro li gel serokwezîrê Libnanê Necib Mikatî konferansek çapemeniyê pêkanî. Erdogan li ser pirsa rojemevanekî  da xuyakirin ku, ew li gel desthilatdariya kurd li Iraqê hevdîtinan dikin û eger pêwist be dê ev hevdîtin berdewam bin.

Rojenmevanekî ji Erdogan pirsî:

          Ji bilî Îmralî hinek hevtînin ji bo pêvajoyê aliyên din re têne kirin?

          Erdogan : Gelek hevalên me hene ku em vê pêvajoyê li gel hev dinirxînin. Lingê van hevdîtinan yê herî girîng MIT e. Lê eger li himberê me muxatabên siyasî hebe em dikarin hevdîtinan pêkbînin. Ev muxatab dikare ji nava welat be û navdewletî bê jî. Qada navdewletî de em di berjewendiyên pêvajoyê de bibînin li gel Muxatabên xwe yên siyasî hevdîtina dikin, li gel muxatabên xwe yên li Erbîl  me hevdîtin kirin û emê bikin jî. Min bi xwe jî ev hevdîtin pêkanîn û wezirên me jî ev hevdîtin kirin.

          Berdewamiya axavtina xwe de Erdogan got: Milet bi awayek erênî li vê pêvajoyê dinêre.Lêpirsînên ku têne kirinjî  vê yekê nîşa me dike. Arikariya medyayê ji bo vê pêvajoyê girîng e.

           

           

Back to top button