Cîhan

Barzanî: Em ji bo sekinandina şer hewl didin

Li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya şandekî Parlemena Ewrupa bi Serokayetiya Charls Tenok Endam Parlemena Fraksiyona Parêzgeran û Reformxwazan kir ku ji Nûnerên Fraksiyonê Mezinên li nav Parlemena Ewrupa pêkhatibû.Li hevdîtinê de şanda mîhvan piştgîriya xwe ya tevahî ji bo Herêma Kurdistanê û proseya siyasî û geşbûn û wan vekirin û pêşveçûnan nîşan da ku li Herêma Kurdistanê li holê daye. Her wiha pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge û behsa rola Serok Barzanî û cangorî û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstan kir û serxweşiyê li Serok Barzanî û kesukarên wan Pêşmergeyan kir ku li şerê terorê da canê xwe gorî kirine û şehîd bûne. Her wiha ji bilî balkişandina bi hatina penaberan berev Ewrupa spasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku sedanhezar koçberan hewandiye û bûne penageha xelkê lêqewimî û penaber. Şanda mîhvan piştevaniya xwe ji bo pêşkêşkirina hevkariyên serbazî û mirovî ya Herêma Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstan dûpat kirin.Her li vê hevdîtinê de şanda Parlemena Ewrupa daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku têbînî û nêrînên xwe yên di derbarê çareserkirina kêşeya penaberan û şerê terorîstan û çareseriya girift û qeyranê kûrên Iraq û navçeyê bixerû.Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta şanda mîhvan û dost û hevpeymanên gelê Kurdistanê kir û li gotarek da behsa hereşeya terorîstan ya li ser asayîşa navçeyê û cîhanê kir û behsa qehremaniya Pêşmerge ya li şikandina efsaneya Da’îş û parastina pêkhatên neteweyî û olî yên Iraqê ji destê terorîstan kir û wê yekê dûpat kir ku rûbirûbûna terorê pêwîstî bi hewla kirdarî û ciddî ya hemû aliye heye û bi pêwîstî jî zanî ku nabê tenê muamele li gel derencamên vê qeyrana kûr bê kirin ku navçeyê û cîhanê li xwe girtiye belku pêwîste sedemên van qeyranan jî bêne binbir kirin. Tekez jî li wê yekê kir ku şerê terorîstan tenê nabê aliyên serbazî li xwe bigre belku divê li ruyê fikrî û aborî û civakî jî şerê teror û tundrewiyê bê kirin.Di derbarê hatina penaberan ya berev Ewrupa Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku çareser nekirina kêşeyan û rewşa dijwara jiyan û hereşeya berdewam handana xelkê koçberan daye rû li Ewrupa bikin. Bi başî jî zanî ku civaka navdewletî yarmetiya wan koçberan bide ku li welatên Lubnan û Urdin û Tirkiye û Kurdistanê li nav wargehan da dijîn û li heman demî de jî şerê teror û qeyrana Sûriye bi awayeke bi lez yekalî bibê bo ku hêvî ji bo xelkê vegerê û rêya koçkirinê li ber negrin. Eve jî xisterû ku Herêma Kurdistanê dergehên xwe ji bo koçber û lêqewimiyan vekiriye lê belê hejmara koçberan ewqas zore ku ji şiyana Kurdistanê derketiye.Di derbarê hilpêkirina şerê di navbera artêşa Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku berê hengavên baş ji bo proseya aştiyê hatibûn avêtin û cihê daxêye şer destpêkir ku ziyanê li proseyê dide û Herêma Kurdistanê jî berdewam dibê li hewlên xwe yên ji bo rawestandina şer û vegerana aliyan ya ji bo masaya guftûgoyê.

Back to top button