CivakRojev

Em jenosîda Şingalê ji bîr nakin

Em jenosîda Şingalê ya ku li ser Kurdên Êzidî pêk hatî ji bîr nakin, em qesasan rûreş dikin

Îro heftemîn salvegera êrîşa DAIŞ a hov û terorîst a li ser Şingalê û derdora wê û komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê vê rêxistinê ve ye.

Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh bir ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin.

Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî mecbûr man cîh û warê xwe bihêlin, terk bikin.

Birîna jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne, birîneke kûr e û ya hemû Kurd û Kurdistanîyan e.

Heta nuha jî gelek keç û jinên Kurdên Êzidî di destê DAIŞ a hov de ne, wendayî ne.

Heta nuha jî piranîya gelê me yê ku mecbûr mane Şingalê terk bikin, nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.

Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê divê ji bo pêçana birîna xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî bernameyeke taybet deynin ber xwe û bi cîh bînin.

Em bangî  Netewên Yekgirtî dikin da ku jenosîda Kurdên Êzidî bi fermî ji alîyê Netewên Yekgirtî bê qebûl kirin dikin.

Di heftemîn salvegera jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne de,em DAIŞ ê û hemû piştgirên wan careke din rûreş dikin.

Em di heftêmîn salvegera jenosîda Şingalê de, hemû şehîdên vê jenosîdê bi giramî bibîr tînin; em xemxur û şirîkê hemû êş û birînên xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî ne.

03.08.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button