Polîtîk

Em hewldidin pirsgirêkan çareser bikin

Roja 05.06.2018 Serok Barzanî di derbarê birêveçûna hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê û encamên wê de li rûpela fermî ya tora civakiya Twitterê da peyamek belav kir ku eve jî naveroka wê ye:Piştî birêveçûna hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê li 12.05.2018 ji bilî hebûna têbîniyeke zêde li ser çawayiya birêveçûna hilbijartin û encamên wê, rewşeke nû û derfetekî nû ji bo çareseriya kêşeyan pêkanî. Li vê derfeta nûda pêwîste gelek bi rûnî kar bi prensîpên hevbeşî û tewafuq û hevsengiyê bê kirin, neku ewê wekî berê tenê aliyek biryar li ser proseya siyasî û birêvebirina welat de bide.Li bin ronahiya wan sê prensîpan de li hewlekî ciddî dayîn bo ku aliyên serekî bigihin encam û em bawerin pabendbûna wan prensîpane ku dibê sedema çareseriya bingehîna kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û proseya siyasiya Iraqê bi giştî.

Back to top button