Civak
Em Gelek Xemgînin
Bî dax û keserê va me bihîst, ku Sekreterê Giştî a partiya bira, Partiya Demoqrata Pêşverûya Kurd li Suriyê (Partiya Pêşverû) , Mamoste Abdulhemîd Hecî Derweş ji ber sekteyê dil çûye dilovaniya xwe.
Mamoste Hemîd situnek ji stunên tevgera welatparêziya kurd li Kurdistana Suriyê, damezranerek ji damezranerên vê tevgerê bû û heya axirin nefesê xwe xebat kir.
Mamosta Hemîdê heval û hevxebatê Mela Mistefa Barzanî û Mam Celal Talabanî her usa dostê nêzîkê Partiya me bû.
Em serxweşiya xwe hevsenger û heval û hogir û malbat û kes û karên Mamosta Hemîd dikin. Şirikê xema wan in.
Tekoşerên Kurdistan wekî Mamoste Hemîd nemir in.
Ruhê wî şad rebaza wê berdewam be.
24 Cotmeh 2019
Partiya Sosyalîst a Kurdistan


