
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê Alî Yerlikaya, derbarê banga CHPê de got, “Em ê tu carî rê nedin ku pergala giştî û aramiya miletê me bi xwepêşandanên kolanan were têkbirin an kolan werin provokekirin.”
Daxûyaniya Yerlikaya wiha ye:
“Bi biryara demkî ya Dadgeha Yekem a Sivîl a 45emîn a Stenbolê ya 2ê Îlona 2025an, Serokê Parêzgeha Stenbolê ya CHPê û endamên meclîsê wekî tedbîrekî ji karên xwe hatine dûrxistin û li şûna wan Lijneyek Demkî hatiye (Qayûm) tayînkirin. Paşguhkirina biryarên dadgehê û hewldana derxistina mirovan a kolanan, dijberiya eşkere ya qanûnê ye.
Kes li ser qanûnê re nîne. Dewlet dê bi biryardarî li dijî her hewldanek neqanûnî tedbîrên pêwîst bigire. Em ê tu carî rê nedin ku pergala giştî û aramiya miletê me bi xwepêşandanên kolanan were têkbirin an kolan werin provokekirin.”


