Cîhan

Em bi tu awayî midexeleyê Sûriye nakin

Li Brukselê civîna wezîrên derve yên endamên NATO yê hebû. Piştî civînê rojnemevanan hinek pirs ji sekreterê giştî yê NATO yê kirin.
Sekreterê NATO yê Rasmussen bersiva pirsên rojnemevana da.

Rojnemevanekî ji Rasmussen pirsî: Eger daxwazek ji Tirkiye bê hunê midexeleyê Sûriye bikin?

Anders Fogh Rasmussen di bersiva xwe de got: Me ji bo midexeleya Sûriye tu merc nedane pêş. Ji ber ku tu niyeta me ku em midexeleyê Sûriye bikin tuneye.Eve çend carin ev vê dîtina xwe radigîhînin, lê ez carek din dibêjim, tu niyeta me bi tu awayî midaxeleya sûrî bikin tuneye.

Back to top button