CivakPolîtîk

Em betalkirina hilbijartinên Kurdistanê qebûl nakin

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser encamên hilbijartinên Parlementoya Iraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Em biryara Parlementoya Iraqê ya li ser betalkirina encamên hilbijartinan qebûl nakin… Em piştgirî didin hijmartina bi destan a dengan.”Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed derbarê encamên hilbijartinan de daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Ji bo jiholêrakirina hemû guman û nerazîbûna aliyên siyasî, em wisa dibînin ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan di çarçoveya yasayan de divê karên pêwîst encam bide ji ber ku xedreke mezin li PDKê hatiye kirin di hilbijartinan de.”Mehmûd Mihemed di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku dema biryareke bi rêya yasayan were dayîn ku dengên welatiyan bi destan werin jimartin da ku baweriya aliyên siyasî û dengderan çêbibe, PDK vê yekê bi başî dibîne û piştgirî dide hijmartina dengan.PDK ragihand: “Em biryara Parlementoya Iraqê ku tenê encamên Herêma Kurdistanê û Kerkûkê betal dike, qebûl nakin û vê biryarê weke biryareke siyasî dibînin.” 

Back to top button