Em 21ê Sibatê Ji Bo Zimanê Kurdî Bikin Mîladeke Nû
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê
21ê Sibatê li cîhanê ji alîyê UNESCOyê ve wek ‘’Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî’’ hatîye qebûlkirin.
Dewleta Tirkîyeyê 99 sal e, li himberî miletê Kurd û li himber zimanê kurdî sîyaseta asîmîlasyon,înkar, zilm, heqaret, ceza û qedexeyan dimeşîne. Di encama vê sîyasetê de, nêvîyê 25 milyon kurdên li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê dijîn, bi kurdî nizanin û mixabin bes nîsbeyeke gelekî kêm ji kurdên ku bi kurdî (Kurmanci, Kirmancki/Zazaki) dizanin bi xwendin û nivîsandina bi kurdî dizanin.
Dewleta Tirkîyeyê di çerçoweya peywendîyên li gel Yekitîya Ewropayê de, di van salên dawî de dest bi telewîzyona TRT-KURDÎ kir, li 5 Unîwersîteyan Beşa Ziman û Çanda Kurdî vekir, li dibistanan de di pola 5,6,7,8ê de dersa bijarte ya kurdî destpê kir. Ev gav helbete ku ji bo zimanê kurdî baş in.Lê cîhê balê ye ku ev hersê pêngav jî, di Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê û di tu qanûnên peywendîdar de nehatine bicîh kirin.Bes bi biryarnameyekê hatine destpêkirin.
Di rewşeke weha de, mane û girîngîya ‘’Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî’’ zêdetir dibe.
Zimanê Kurdî jibo hebûn û jîyan û berdewamî û vejîna miletê Kurd heykelekî esasî ye, bingehê miletbûnê ye.
Tecrubeyên hemû miletan îspat kirîye ku zimanê miletekî, herî baş, li ser axa welatê xwe û bi desthilatdarîya wî miletî dikare bijî, geş bibe û bibe zimanê hemû beşên jîyanê. Ji ber vê rastîyê jî bi statuyeke sîyasî ya ku miletê Kurd li ser axa welatê xwe bikaribe xwe îdare bike de, di welatekî azad de, zimanê kurdî herî baş dikare wek zimanê perwerdeyê û zimanê jîyanê qîmeta xwe ya eslî bibîne.
Lê heta ku welatê me azad bibe, heta ku miletê Kurd li ser axa welatê xwe statuyeke sîyasî bidest bixe, ji îro ve, ji bo rêlibergirtina vê siyaseta asîmîlasyon û jenosîda li ser zimanê kurdî , gelek tiştên ku em dikarın bikin hene û dive em bikin jî..
Ji ber vê rastîyê, em dibêjin, werin em 21ê Sibat a 2022yê ji bo zimanê kurdî bikin mîladekê, em ji bo zimanê kurdî rûpeleke nû vekin.
Em wek sîyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Kurdan, wek kurdên ji hemû beşên civatê û ji hemû ol û mezheban û malbatên kurdan, divê em fêrbûn, axaftin, fêrkirin, lêxwedîderketina zimanê kurdî ji xwe re wek berpirsyarî û wazîfeyeke esasî qebûl bikin û di jîyanê de hemû pêwîstîyên wê bicîh bînin.
Divê hemû partî, rêxistin û dezgehên Kurdî, Kurdistanî, ji bo endamên xwe yên Kurd ên ku bi kurdî nizanin kursan vekin an wan di kursên kurdî de bidin qeyd kirin da ku kurdî fêr bibin.
Li Bakurê Kurdistanê û li bajarên metrolên Tirkîyeyê, ji bo ku kursên zimanê kurdî bêne vekirin, ji bo pirtûkên fêrbûna bi kurdî belaş li malbatan bêne belav kirin; ji bo pirtûkên kurdî zêdetir bêne xwendin, ji bo zêdetir kes bikaribin li tîyatro û fîlmên bi kurdî temaşe bikin, ji bo muzîka kurdî, berhemên din yên hunerî yên hunermendên kurdan û hemû xebat û çalakî^Yen bi kurdî zêdetir bigihêjin civatê, ji bo zarokên biçûk ên kurd kurdî fêrbibin û biaxivin kreşên zarokan bêne vekirin; em xebat û kampanyayeke berfireh destpê bikin da ku, beledîye, weqif, dezgehên sivîl û dezhegên meslekî û karsaz, alîkarîyên aborî bikin, piştgirîya van xebatan bikin, ji bo pêkanîna van karan gavên pratîkî bavêjin.
Wek prensîb, di hemû beşên jîyanê de, bi kesekî ku bi kurdî dizane , em bi tu zimanekî din neaxivin.
Ji bo ku di Balafirgehên li Kurdistanê û balafirên ku ji bo Kurdistanê seferê dikin de anonsên bi kurdî jî bêne xwendin em divê xebateke berfireh bikin.
Divê em lêbixebitin ku, li hemû hotêl, restorant û kafeteryayên li Kurdistanê , tabelayên bi kurdî jî bêne darve kirin û menûyên wan bi tirkî û bi kurdî bin.
Hemû partî, tevger û rêxistinên Kurd, Kürdistanî, dezgehên sivîl û dezgehên meslekî, telewîzyon, radyo, dezgehên ragehandinê yên li Kurdistanê bila wek prensîbeke sereke, di hemû daxuyanî, çalakî, bername û weşanên xwe de herdu zaravayên kurdî (Kurmanci ve Kirmancki/Zazakî) jî esas bigirin, bikarbînin. Ji ber rastîya bi milyonan kurdên ku bi kurdî nizanin û ji ber ku em li welatê xwe li gel gelên din jî dijîn, helbete ku em dê zimanê tirkî jî bikarbînîn.
Ji bo ku dewlet pirtûkên fêrbûna kurdî li hemû malbatên kurdan belav bike, em xebat û kampanyayeke berfireh destpê bikin.
Em bi hemû parlamenterên kurd yên li Parlamentoya Tirkîyeyê ne biaxivin, ji bo ku li Parlamentoya Tirkîyeyê zimanê kurdî wek ‘’Zimanê X, Zimanê ku kes nizane çi zimane’’ neyê qeyd kirin, ji bo ku gava parlamenterek bi kurdî diaxive mîkrofona wî neyê girtin, rê li ber axaftina wî neyê girtin, bila bi yekdengî daxwazekê pêşkêşî Serokatîya Parlamentoyê bikin. Ji bo hemû astengî û qedexeyên li ser zimanê kurdî hene rabin, bila hewl û xebateke berfireh li Parlamentoya Tirkîyeyê de destpê bikin.
Em li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê kampanyayeke berfirehtir û organîzetir ji bo bijartina dersa bijarte ya kurdî destpê bikin. Ji bo dersa bijarte ya kurdî ji dibistana zarokan a berîya pola yekem û heta dawîya temam kirina unîwersîteyê hebe, em xebat û kampanyayeke berfireh destpê bikin.
Li Diasporayê, li welatên ku mafê dersa kurdî heye, ji bo ku malbatên kurdan zarokên xwe li dersa kurdî qeyd bikin, divê em kampanyayeke berfireh destpêbikin.
Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, mafekî gerdûnî ye. Di gelek peymanên navneteweyî yên ku Dewleta Tirkîyeyê jî îmze kirine de, mafê perwerdeya zikmakî hatîye qebûl kirin. Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, bibe zimanê fermî em bi hemû hêza xwe seferber bibin. Ev maf divê di Qanûna Bingehîn û di hemû yasayên peywendîdar de bêne bicîh kirin. Herweha ya herî baş ewe, ji bo ku em van mafên xwe bidest bixin, li gel xebatên me hemûyan yên pir alî, Baroyên li Kurdistanê ne, dikarin bi komîsyoneke taybet, li himberî Dewleta Tirkîyeyê û di qada navneteweyî de gavên yasayî û hiqûqî bavêjin.
Ji bo ku Dewleta Tirkîyeyê bi awayekî fermî ‘’Dezgeha Zimanê Kurdî’’ damezrîne , em xebateke berfireh destpe bikin.
Werin em li Bakurê Kurdistanê MECLÎSA ZİMANÊ KURDÎ ava bikin. Ev meclîs dikare ji hemû dezgeh, rêxistin, komele, weqif, kovar, weşanxane, komîsyonên zimanê kurdî yên partîyên sîyasî, ji Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baro û dezgehên meslekî û sivîl , ji zimanzan, ekonomîst, sosyolog, perwerdekar, nivîskar û hunermendên Kurd pêk bê. Ji bo MECLÎSA ZİMANÊ KURDÎ wek fermî jî bê damezrandin, em serîlêdana yasayî jî bikin.
Ji bo ku kurdên Başûr û kurdên Bakur baştir hevdu fêhm bikin, ji hevdu haydar bibin, bila Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê wek dersekê bi tîpên latînî kurdî fêrî şagirtan bike.
Zimanê kurdî bi sedan salan rû bi rûyî neheqîyê bûye, zerareke mezin dîtîye, mexdûr bûye. Ji bo telafîkirina van neheqî û zerar û mexdûrîyetan, lêxwedîderketineke xurt ya bi destê dewletekê gelekî girîng e. Nuha di vî warî de Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê dikare roleke dîrokî bilihîze. Pêkhateyên MECLÎSA ZİMANÊ KURDÎ bi Parlamento, Serokatî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, bi Wezareta Perwerdeyê û bi Wezareta Xwendina Bala re dikarin hevdîtinan bikin da ku li Başûrê Kurdistanê WEZARETA ZIMANÊ KURDÎ bê damezrandin. Bila WEZARETA ZIMANÊ KURDÎ ji bo xebat, lêkolîn, gramer,arşîv, fêrkirin, pêşdebirin û sîstematîze kirina hemû xebatên di derbarê zimanê kurdî yên li her çar perçeyên Kurdistanê û li diasporayê organîze bike, fînanse bike, bibe navendeke esasî ya zimanê kurdî.
Ji bo Neteweyên Yekbûyî û Yekitîya Ewropayê zimanê kurdî biparêzin,bi piştgirîya aborî û dîplomatîk li projeyên ji bo zimanê kurdî xwedî derkevin, li himberî qedexe û astengîyên li ber zimanê kurdî helwesteke zelal bigirin, divê di qada navneteweyî de, bi taybetî bi pêşkêşîya potansîyela diasporaya kurdan, em xebateke berfireh destpê bikin.
Ji bo nirxandin û bicîh anîna van fikir û pêşniyarîyan, em dibêjin, demildest em MECLÎSA ZIMANÊ KURDÎ ava bikin û em bi hevre bi vê armancê nexşerê û bernameyeke xebatê tesbît bikin û gavan bavêjin.
Ji bo bidest xistina van hemû maf û azadî û destkeftinên ji bo zimanê kurdî, garantîya esasî, hêza girseyî ya miletê Kurd e, tifaqa miletê Kurd e. Aşkereye ku, ji bo pêşdeçûn û serkeftinê , divê hemû xebatên yasayî û demokratîk, li gel hişmendî û çalakîyên bêîtîatîya sivîl bêne meşandin.
21.02.2022