Civak
Elî Hesen Mecîd (Elî Kîmyawî) hate îdamkirin
Bexda – Elî Hesen Mecîd (Elî Kîmyawî) îro hate îdam kirin. Bejedarê hukumeta Iraqê,îro ragihan ku, Elî Hesen Mecîd berpirsê kîmyabarankirina Helebçeyê ye û di kîmyabaranê de cîh girtiye, ji bo vê tawana dijê mirovatiyê biryara îdama wî ji teref Dadgeha bilind ve hatibû dayîn. Li gora vê biryarê îro hate idam kirin.