Hevpeyvîn

Elçî:Divê kurd tetmîn û tirk jî îkna bibin

Ji rojnama Radikalê Ezgî Başaran li gel serokê KADEP-ê Şerefettin Elçî hevpeyvînek kir.Elçî di vê hevpeyvînê de behsa rewşa siyasî û behsa tenduristiya xwe jî dike. Em beşek gelek mezin ji vê hevpeyvînê ji bo girîngiya hinek peyamên ku tên dayîn werdigerînin kurdî û belav dikin.

Şerefettin Elçî di derbarê tenduristiya xwe de dibêje: Ez nexweşê kanserê me, ji berî du salan min zanî. Min ameliyatek gelek giran derbas kir. Par gotin ku gihatiye kezeba spî. Eve 3 mehin ez tedawiya kemoterapî dibînim. Ji bo wê jî pirça serê min weşiya. Doktora gotin nekeve nav xelkê haj xwe hebe. Ez guh didim doktoran. Wek din ez başim. Eger pirça serê min neweiya bûya kesekî nizanî ez nexweşim.

 

Ezgi Başaran

Karanîna çekan ji bo kurda demanekê?

Baweriyek heye ku dibêje“ Eger şerê çêkdarî tunebûya pirsa kurd evkas di rojeva cîhanê û Tirkiye de cih nagirta“ Niha armanca me û ya vê iktîdarê ewe ku em vê baweriyê biguherînin. Lê ev yek bi awayê ku xebata dewlet li ser israrê dike pêknayê.


Di zihniyeta dewletê de di vê derbarê de tu guhertin çênebûne?

Berê digotan emê eşkiya ji çîya bînin xwarê. Piştre gotin divê em çelakiyên yên dixwazin welat parçe bikin bisekînînin. Niha jî bi hêceta teroristiyê gelek insanên eleqeya wan tuneyî digrin.

Hun behsa KCK-ê dikin?

Ne tenê ew, mesele ez.. Di jiyana xwe hemûyê de ez li dijê terorîzmê derketime. Lê ez niha bi îthama teroristî tême darizandin. Bi hezara insan wek min hene. Li ser KCK-ê, niyeta dewletê baş be dikare biçekî misamaha nîşan bide.

Niha çi dibe?

Di hilbijartina de gelek zimanek tundî hate karanîn.Gelek kes bi hêcata KCK-ê kirin girtîgehan de. Baş bizanibe ku gelek kesên hatîn girtin tu pêwendiya wan KCK-ê re tuneye. Divê dewlet bizanibê ku,neheqîyek li kurdekî bibe kêmasî bi sedan kurd ji dewletê acij dibin.

Kurd ji Tirkan nefret dikin?

Hê ev yek çênebûye.Tekoşîna kurda li gel dewletêye.Eger dewlet nijadperestiyê neke tu kêşe navbera kurd û tirkan de çênabe.

Niha dewlet kiye?

Dema yek partiyê de dewlet şef bû. Berê Ataturk piştre Înonu bû. Piştî pir partitî pêkhat grubek desthilat di nav leşker û sivîlan de peyda bû. Îktidarên sivîl di bin wesayeta wan de bûn. Lê îro cudaye. Îro hukumeta sivîl di rastiyê de îktidar e. Serokwezîr dikare çareseriyê bike ez vê yekê erênî dibînim. Ji ber ku berê desthilatdariya sivîl cesaret nakira behsa vê pirsê bike.

Hun hewldanek ya serokwezîr dibînin?

Eger hêza xwe bi erênî kar bîne emê jê re şepka xwe hilavêjin.Lê zeafek ciddî heye. Ew bi xwe ne ji pêvajoyek demokratik tê. Ji pêvajoya Turk-Îslam sentezî tê. Di bingehê fikra Turk-Îslam sentezî de nijadperestî heye. Ev yeke ku min ditirsîne. Wezîrê navxwe yê niha wek Mahmut Esat Bozkurt ê dema Mustafa Kemal difikire. Azadbûna kurda tu zererê nade Tirka.

Eve demeke kes Ocalan nabine, ev tê wê wateyê ku hevdîtin sekinîne?

Mirov bi ecibînê, ne ecibînê bi milyona insan hij Ocalan dikin. Bi hezara insan gotinek ya wî diçin mirinê. Hun bi temamî kesek bi vî awayî bidin aliyekî nikarin pirsa kurd çareser bikin. Formila vî îşî hesaniye. Hunê kurda tetmîn bikin û tirka jî ikna bikin. Bi 4 tiştan kurd tetmîn dibin.

1-    Bila nasnama wan bi deman desturê bê naskirin.
2-    Bila zimanê kurdî pewerde jî di nav de li hemî deverî bi azadî bête karanîn.
3-    Bila kurd bi navê herêma xwe û nasnama xwe xwe rêxistin bikin.
4-    Bila di herêma wan de desthilatiyek wan pêkwerê, ev ne tenê ji bo kurda ji bo tirkan jî pêwîstiyeke.

Başe PKK bi van ikna dibe?

PKK heta rawenda kurd ji derve ikna nebê ev kar pêknayê. Lê formîlek ku Ocalan qebûl neke PKK qebul nake.Ez nizanim niha hevdîtinek heye yan tuneye. Lê dewlet dikarê ji bilî gerilayên serê çîyan û kesên li Ewropa jî hinek kesan bêxê dewrê de.

Wek mînak Barzanî dikare rolek mezin bileyze. Ji ber ku gerilla mecburê haj dîtinên Barzanî hebê. Wek din baweriya her kurdekî li Barzanî heye. Ji xwe tu formîla ku zererê bide kurda ne Barzanî qebûl dike ne jî dê hewl bide ku bi PKK-ê bide qebûl kirin.
Ji derê Barzanî jî kesayetên bibin arîkariya çareseriyê hene.

Dewletê ji bo vê yekê bagê Kemal Burkay kir?

Niha tu werî û ji bo ji çerçova siyaseta dewletê dernekevê dijitiya PKK-ê bikî tu nikarî bandorekî li PKK-ê bikî. Siyasî bi tu awayî tesîra Burkay çênabê.Dewlet ew hesab gelek xeletî kirin.Tu pêwendiya Kemal Beg li gel xelkê tuneye. Ji ber ku ew projeya dewletê ye kesek îtibar lê nake. Eksê wê nefretê peyda dike. Ez wek kesayetek  dilê min li helwestaq Burkay şewitî. Berê di derdorek tenk bûya jî hinekan hij Burkay dikira.

Baweriyek heye ku kes nikare PKK-ê rexne bike, yên rexne jî dikin tên tehdît kirin. Ji bo we rewş çeweye?

Ji serî heta binî PKK hemî dizanê xeta min ya siyasî ji ya wan cudaye.Lê ez ne tenê dijê PKK-ê di siyasetê de ew xeta ji derê baweriya min jî be , ez tucara bêbextiya li wan nakim û wan tehkîr nakim. Min tu cara heqaret kirina PKK wek marîfetekî nedît. Dema min rexneyên giran jî li PKK-ê kirin gelek bi ihtiram guh dan min. Dema bizanibin ku tu ne bi mebesta neyariyê êrîşê wan dikî çima  te fam nekin?
Siyaset jî wek tiştek boyolojike mirov xwedê die, zaroke, dema gencbûnê heye û mezin dibe.
Niha dema  ku PKK mezin dibe hedî gencitiya wê xilas bû.Wan jî meselê fam kiriye. Dema lawiniya xwe ez jî rasta PKK-ê bihatam ezê bibûma PKK. Ev heyacan welêye. Niha ez ew kurdên ku PKK-ê kuştîn dişopînim.Hemî ewin ku yên bûyîn îtîrafçî û xiyanet kirîn e. Yên ji derê wan muxalefeta wan bike, PKK dest nadê wa.Ez bi xwe bi salan vê dijîm. Gelek ji min acizin lê tucara ez tehdît nekirime. Lê tu heta doh di bin kirasê PKK-ê de bî û îro dijitiya wan bikî ji te aciz dibin.

Belkî dîtina wan hatibe guhertin ji ber wê bibin dijê PKK-ê?

Niha em bêjin Orhan Miroglu, ji berî demekî sala 2007-ê berendamê parlementoyê yê wan bû. Yan jî Kemal Burkay, eger PKK wek ku ew dibêje ji aliyê Ergenekonê ve tê karanîn,çima tu çend cara çûyî Bakayê? Te li gel Ocalan protokol îmze kirin.Tu li gel wî xebitî? Ergenekon be, her demî Ergenekon hebî. Dewlet, MIT her tim hebî.

 

Rojnama Radikal

Veger: D.J/Rojevakurd

Back to top button