Polîtîk

El Muqdad: bila Rojava ji me fêrî dêmokrasiyê bibe

Feysel Elmuqdad cîgirê wezîrê derve yê Sûrya  ji sala 1995 an ve li YM (yekîtiya miletan) de, dest bi kar kiriye ta ko di sala 2003 an de bûye balyozê Sûrya li YM, û niha jî cîgirê wezîrê derve yê sûrî ye.

Dêmek vî camêrî di van salan de giraniya xwe dabû dêmokrasiya li Rojava û loma jî giha wê encamê ko dêmokrasiya  li Sûrya heyî pir ji ya Rojava pêşketîtir e, û isbata wî jî ew e ko wêneyên kandîdatên (perlemana Iraqê!) li kolanên bajarên sûrî li ber bê dikevin bêyî ko hêzên ewlekariyê wan wêneyan bînine xwar yan ji wan aciz bibin, û ne bi tenê wusa her weha wêneyên wan kesên ko rêjîma sûrî ji wan dil teng e jî li kolanan hatine helawestin..!!
Kurd dibêjin were vî kerî di vî borî de derbas bike..!

Xuya ye ev Muqdad efendî li internetê qet temaşe nake  û milet jî nezan dibîne.. ji xwe yên weke wî qet li dora xwe jî temaşe nakin ji ber ko camên xanî, bîro û otombîlên wan pir reş in û derve ji wan ve nayê dîtin.

Di pirsa dêmokrasiyê de (azadiya mafên sivîl û siyasî) , Sûrya ji (6) xalan (0) xal wergiritiye û di dawiya rêza dewletên cîhanê de cî girtiye..Ta Riwanda, Somaliya û Îran jî li pêşiya Sûrya, di vê lîstê de cî girtne, û hevalên Sûrya di rêzê de, dewletên weke Sûdan, Lîbya, Kûba û Korya Başûr in..Li (http://www.nationmaster.com) binêre.

Dêmokrasiya rêjîma sûrî li yên weke Muqdad, ko zor e bor derbas bikin, pîroz be.
YE (Yekîtiya Ewrûpa) jî di vê dema dawî de pir li ber Sûrya digere ji bo ko peymana hevkariyê bi wan re emze bike, lê kesî ji me nizanîbû ko sedemê ko rêjîma sûrî emze nake çi ye? Niha ji mer e hate xuya kirin, bi xêra vî zaniyarê siyasî Muqdad efendî, ko ji ber kêmasiya dêmokrasiya li Ewrûpa ye, ya ko ne di bejna dêmokrasiya li Sûrya de ye.

Dawî bila Ewrûpa jî hinekî ji xwe fedî bike û ji girtiyên dêmokrasiyê yên di zindanên vê rêjîma hov de jî fedî bike û têkiliyên xwe bi vê rêjîmê re, li ser bingehên berjewendiyên miletan û dêmokrasiyê ava bike..! Yan na bila bifermon û herine Şamê li ber destê Esed fêrî dêmokrasiyê bibin…!!

 

Rojeva Kurd/Xeber-analiz

Back to top button