El fatîhe Li Rêzimana Kurdî

Di van demên dawîn de Rêzimana Kurdî xistine ber sekerata mirinê û zêde kes ageh jê nîne jî.
Di Toreya Kurdî de dema, dema yek diçe ber dilovaniya Xwedê, nas û dost diçin serxweşiya xizmên yê/ya mirî û dibêjin: ”El Fatîhe li rihê filankesî/ê!” Kesên li wirê Sûretê Fatîheyê dixwînin û piştre sersaxî didin xwediyên mirî.

Îcar niha Kurdên Kurdînezan jî Zimanê Kurdî, xasma jî rêzimana wî xistine ber sekerata mirinê û ez jî bêvîna dilê xwe dibêjim ”El Fatîhe li rihê Rêzimana Kurdî.”

Lê min hêvî ji Xwedê heye ku textorekî zîrek rabe û Rêzimana Zimanê Kurdî derman bike, ji ber sekeratê derxîne û bigehîne leşsaxiyê.
Lê belê niha dibe ku yek bêje: ”Zimanê Kurdî di tu demê de weke îro negehaye rewaca xwe ya serkeftî. Gelo Zeynelabidin Zinar mejiyê xwe serobin kiriye ku van peyvên xwêgeztî di biwara Zimanê Kurdî de dibêje?”

Gotineke folklorî heye, weha dibêje: ”Heçî zane jixwe dizane, heçî nizane mesele ya baqê nîskan e.”
Bi rastî jî çi dema ez dibînim ku hin kesên qaşo zimanzan bi kurmanciyeke şelpitî dinivîsin û hîç guhên xwe nadin hevoksaziya kurdî, rêziman û rastnivîsînê bi kar naynin, wek naverok tercûmeya zimanê tirkî dikin û bi peyvên kurdî dinivîsin, hişê min serobin dibe û ez xwe bi xwe dibêjim: ”Gelo ev kes bi zanîn wisa kurdî dişelpitînin, an bi rastî ew kurdî nizanin?”

Bêguman eger hinek Kurd zimanê xwe nizanibin, ne eyb e û ne jî şerm e; ne fedî ye û ne jî bo wan kêmasî ye. Lêêê dema ku yek rabe û di şûna peyv û termên kurdî de, yên berevajî û ne yên ji DNAya kurdî bi kar bîne, ew kes tawanekî mezin dike. Hingê ne lêborîna Xwedê bo yên wisa heye, ne jî mêjû dikare yên wisa di nêv  dilovaniya xwe de bihêwirîne.
Ez ê li virê ji çar malperan, ji her yekê yek mînak didim û piştre hewaleyê wijdana xwedîwijdanan bikim:
 
1- Malper: Avestakurd.
http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/seva-danmarka-bi-cos-derbas-b-foto-h3394.html
 
Sernav: “ALMBUMA ŞEVA “ALÎKARÎ JI BO KURDÊN ROJAVA LI DANÎMARKA”
 
Ev sernavê li jorê, malperê bi tîpên gir, di nêv çarçobeyeke reş de û tîpan jî bi rengê sipî nivîsiye.
 
Gava em vî sernavî ji aliyê rêzimanî ve werbêj bikin, eşkere dibe ku tê de 5 xeletî hene.
Rastiya wê weha ye:
ALMBÛMA ŞEVA “ALÎKARÎ JI BO KURDÊN ROJAVA  LI DANÎMARKA
 
Dîsa jî mirov dikare ji vî hawayê hevokê yê li jorê re jî bêje ku şaş e. Lewra divê cih/mekan li serê hevokê hatibe bicihkirin. Îcar rastiya bêkêmasî weha ye: LI DANÎMARKA ALMBÛMA ŞEVA ALÎKARÎ JI BO KURDÊN ROJAVA.
 
2- Malper: Rojeva Kurd.

https://rojevakurd.com/civak/12693-Adar-roja-ber-kirina-cil-bergn-Kurdiye.html
 
Sernav:
“10 Adarê roja li ber kirina cil û bergên Kurdiye”
 
Di vî sernavê li jorê de şeş şaşî hene. Deverên şaş bi rengê tarî hatine destnîşankirin. Rastiya wê weha ye. 
10ê Adarê roja liberkirina cil û bergên Kurdî ye.
 
Peyvika “liberkirin” bi wateya lixwekirin û wergirtinê ye. Îcar divê ku ev sê peyv bi hev re bêtin nivîsandin.
 
 
3- Malper: Xeberên Kurdî.

http://www.xeberenkurdi.com/HD11787_pkk-kng-ekan-berdide.html
 
Sernav: “PKK kîngê Çekan berdide”

Ev sernav pirseke xelet a kesnedîtî ye û tê wateya ku ango wê PKK çi demê dest bi teqandina çekan bike ye, lê rastiya wê berevajî ye.
Di hevokê de peyvika ”kîngê” di zimanê kurdî de nayê bikaranîn, ji ber ku rastiya vê peyvika pirsê ”kengê”(?) ye.

Amac ji hevoka ”Çekan berdide” jî, ango wê ”dest ji çekan berde” ye.

Îcar rastiya vê hevokê weha ye: Divê peyvika pirsê were serê hevokê, di pêşiya peyvika ”Çekan Berdide” de jî û peyvika ”Dest Ji”yê were nivîsandin. Ev pirshewok divê weha bête nivîsandin: ”Kengê PKK Dest Ji Çekan Berdide?”

4- Malper: Diyarname.

http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=5612
 
Sernav:  ”Adil Gur: BDP’ê xwe gihandiye sedî 10’ê hilbijartinê”
 
Xeletiya vî sernavî, di van deverên sorkirî de ye:  ”Adil Gur: BDP’ê xwe gihandiye sedî 10’ê hilbijartinê”
 
Di toreya Zimanê Kurdî de ev bihnoka li jorê ku bi tirkî dibêjin ”apostrof” tune û çi kesê ku vê bikar bîne jî, ew dide peyitandin ku ew di binê bangorê heşifandina kemalîzmê de perçiqî ye.
 
Rastiya vî sernavî weha ye:
”Adil Gur: BDPê xwe gihandiye ji sedî 10ê hilbijartinê”

 
Zeynelabidin Zinar
[email protected]

Nêrînek

  1. Spas dikim ji bo xwemijûlkirina bi vê mijara grîng re mamoste Zeynelabedîn. Mixabin va demek e ku kesên di warê rêzimaniya kurdî de ne xwediyên zanistiyeke akadêmî yan pisporiyeke zanîna zimanan in (linguist) pirtûkan û gotaran derbarê “gramera” kurmancî de dinivîsînine. Bêyî guman niyeta wan çak e, lê ew bi vê kiryara xwe kêsheyên mezin di nav zimanê kurdî de bi rê dixin. Li milê din, hinek hêjayan xwe xistine ber karê amadekirina peyvên kurdî ji bo beshên mîdyaya civatî: FACEBOOK, TWITTER … Li welatên xelkê encûmen û navendên taybet ji bo karên weha hene, lê van kesên me hema weha rê didin xwe û navên seyr li têrmên teknîkî û peyvên înglizî dikin…\r\nRast e, di malperên kurdî de jî carine shashiyên mezin hene, wekî ku zarokekî 3 salîn gotarekê, yan nûçeyekê, binivîsîne. \r\nJi aliyekî ve hinek pêshveçûn heye, lê mixabin tevliheviyeke mezin ketiye nav kurmancî. Bo kesên nû dest bi nivîsandinê dikin xem nake, lê ji bo rojnameyan, malperan û gotaran ne bash e. \r\nKêsheya hîn mezintir ev e: Gotina xwendegehên fêrkirina zimanê kurdî dihêt kirine, tew zanîngehên bi zimanê kurdî (kurmancî)!!! Mirov ji xwe dipirse: Mamosteyên wan li ku fêr bûne? Li welatên xelkê 3, 4, 5 yan 6 sal xwendina bilind, fêrbûn û “pratîk” pêwîst in ta ku mirov bibe, yan nebe, mamoste û ev ji bilî 12 salên pêsh zanîngehê!!! Mixabin, di rewsha îroj li pêsh çavan de ez çi çareseriyê ji van girêkan re nabînim.

Nerîna min :