Polîtîk

Eger rastbe ezê ji dev serokkomariyê berdim

Serokkomarê Tirkiye Receb Tayib Erdogan tevlî bernameyek ya kanala televizyona TRT/Haber bû.Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di gotarê xwe de behsa qesra spî ya ku Erdogan ji bo serokkomariyê çêkirî dike.Kiliçdaroglu behsa feqîrîya xelkê dike û dibêje: Qesra ku Erdogan ji bo xwe çêkirî wek ya sultanaye. Erdogan ew qesir bê ruhsat, kaçax çêkiriye.Herweha Kiliçdaroglu dibêje gelek tiştên vê qesrê bi zêr hatine çêkirin. Li gora Kiliçdaroglu dibêje, cihê destavên vê qesrê hemû bi zêr hatine çêkirin.Di bernameya televîzyonî de ev îdiayên Kiliçdaroglu dike ji Erdogan hate pirsîn .Erdogan dema bersiva vê pirsê da got: Qesra serokkomariyê vekiriye bila Kemal Kiliçdaroglu bê li vî avahiyê bigere eger tiştên ku dibêje rast be, ez rojekî nasekinim û ezê ji dev serokkomariyê berdim.Erdogan berdewamiya axavtina xwe de got: Gelo eger tiştên ku Kiliçdaroglu dibêje derewbin, ew jî amadeye ku ji dev serokatiya CHPê berdê?

Back to top button