Eger ji mala xwe derkevî derve çi dibe?
Derneketina ji malê, îro yek ji rêgirîkirina belavbûna şewbê û xwe parastinê ye li serdema Korona da. Ev rêkareke bingehîna civakî û emniye ku li demên wiha de tê bi cîhkirin ku bi tenê rêkarên pizîşkî ji bo rêgirîkirina li belavbûna şewba Kovid-19 ne bese. Eve jî li zêdetirê welatan wekî gefeke li ser asayîşa niştiman tê zanîn.
Navendekî lêkolîniya Brîtanî behsa dû senaryoya qedexe yan sînordarkirina hatin û çûna xelkê dike. Niha gelek welatên cîhanê heta astekê qedexeya hatin û çûnê yan girtina kolanan û derneketina ji malê peyrew dikin. Li gelek welatên cîhanê cihên giştî hatine girtin û welatiyên xwe han didin û teşwiq dikin ku li malên xwe bimînin bo ku şewbê wernegrin yan eger hilgirê şewbê jî nebin da ku veneguhezin ser kesên din. Eve jî baştirîn rêgirîkirina vê şewbê ye ku peydakirina dermanê vê şewbê 12 heta 18 mehan dixwaze.
Çînê çi kir?
Li destpêka belavbûnê de Hikumeta Çînê biryarê da hemû parêzgeha Hubey û 11 milyon nîştecihên Vuhanê navenda parêzgehê bixe nava keretîneya giştî. Eve yekemcar bû li serdema îro de kerentînekirin li wê astê de bê kirin. Meseleya girtina parêzgehek bû ku zêdetirê 58 milyon nîştecihên wê heye.
Bi berevajiya vê yekê gelek kesan rexne li Hikumeta Çînê digirtin, ezmûna Hubey neku her serkeftî bû, belku bû modelek jî ku niha gelek welatên xwedî sîstema demokratîkin kenê xwe pê dikin. Metoda Hubey ya ji bo kontrolkirina belavbûna şewbê pêwîst bû ku tûşbûyên din jî keseke din tûş nekin. Eger nehatiba kontrolkirin Hikumet nedikarî rûbirûyê wê bibe.
Siyaseta tûnda Çînê ya li Hubey bi bandor bû, bi cûreyek Hikumeta Çînê li roja 19ê Adar ragihand ku li wê rojê da hîç tuşbuyeke nû li Hubeyê nebû. Li roja 23ê Adarê, Çîn xwedî pênc hezar û 120 tûşbûyê çalakê Korona bû.
Qedexeya ji malê derneketina Îtalya jî bi bandor bû
Li parêzgeha Lodî ya li Herêma Lombardî ya li Bakûrê Îtalya qedexeya hatin û çûnê û derneketina ji malê li 23 şubatê ve hate bi cîhkirin. Lê belê navçeya Bêrgamo li heman Heremê qedexeya hatin û çûnê heta roja 8ê Adarê nehat bi cîhkirin. Li gor zanyariyên 13ê Adarê derdixin, li Lodî hejmara tûşbûyan nêzîkî hezar kese û li Bêrgamo gihîştiye 2500 kesan.
Îtalya li roja 8ê Adarê ve qedexeya hatin û çûnê li ser asta hemû welat ragihand, heta roja 24ê Adarê hejmara tûşbûyên wî welatî 63 hezar û 927 kes bû ku şeş hezar û 77 kes ji wan canê xwe ji destdan û heft hezar û 432 kes jî başbûn.
Korbenda Aboriya Cîhanê pêşbînî dike ku eger ezmûna Çînê wekî pêverek bê wergirtin, ji ber siyaseta tûnd ya niha ya Hikumeta Roma, tûşbûna Îtalya jî li xalek da eşkere dibin ku ew jî derneketina ji malê ye.