Nivîskar Eskerê Boyîk di beriva pirsên Rojevakurd dide û dibêje: Bi rastî siyaseta Kurdî xwe dixapîne, ku sebebê têkçûna wê pêvajoyê di nav xwe da digere. Eger hukumdarya Tirk siyasiya PKK aciz e, çiye, nikare hêzeke lîbêral ya kurda ra rûnê ?PIRS:Li Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya ”çareseriyê” têkçû, şerek dijwar dest pê kir.Gelo berjewendî û zerera tevgera kurd û gelê kurd li Kurdistana Bakur di vî şerî de çîye?Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?Di baweriya we de cardin pêvajoyek bi navê çareseriyê dikare dest pê bike? Eger dest pê bike dê çewa be? Bersiva Eskerê Boyîk:
Cihana sîyasî ya Kurdên Bakûr da niha axavtin dibe derheqa wa gotî pêvajoya çareseryê. Ez metel pirsê didim gelo pêvajoke wusa hebûye? Çêbûna hinek nermayî di nav hukumdarya tirka da mecbûrî bû, ne ji bo çareserkirna pirsa kurdî lê bo xapandina cihanê û kurda.. Eger hukumdarya Tirkiyê bixweze, kare nava demeke kin da Kurda razî bike. Ji bo kurd tiștekî bingehîn, guhertineke mezin ji hukumdaryê naxwezin.Bi rastî siyaseta Kurdî xwe dixapîne, ku sebebê têkçûna wê pêvajoyê di nav xwe da digere. Eger hukumdarya Tirk siyasiya PKK aciz e, çiye, nikare hêzeke lîbêral ya kurda ra rûnê û pirsgirêkê dewsa vê malwêraniya Kurdistanê da dike, pirî hindikî nerm bike?Gelê kurd hîvyê bû ku hukumdarya Tirkan wê serwext be û destê rehmê dirêjî kurdê welatê xwe bike, eger hinek hêzên kurda jî „giva“ ev yek nedixwestin, karibûn ew xwestina wan vala derxista… Lê hukumdararyê wek berê berê çek û sîlihê xwe da Kurdistanê, șerekî neelamkirî kirêt dijî hemweletiyê xwe yê kurd dest pê kir.Ev xeysetê dewletê yê îro nine ew ji dewranan tê: Ji dema Osmaniyê girtî heta “birêz “ Erdoxan rojekê ew xezev sekinye?Tek ji dema komarê da bawarkî bi deha serokkomar hatine çûne, gelo ji wan yekî tiștekî rehm jibo gelê kud kirye? Hema peyveke rehmê derheqa kurda da gotye? Bi çavê rehmê alyê Kurdistanê nihêrye? Wê navberê da çiqas serhildanê kurda çê bûne û dewletê gelo xwestineke Kurda ya sivik jî hesab hildaye? Bihîstiye? Mîaser kirye?Tenê bi çeka, qirkirinê, komkujiya, talankirin û wêrankirina Kurdistanê bersîva Kurda dane, Kurd bi kuștinê kerr kirin e.Kurd ku rabûne ji bo mafê xweyî herî sivik dest bînin, Kurd cihanê da kirin terrorist.Cihanê da bela kiribûn ku Kurd gelekî beyanî ye, nikare xwe rêva bibe, bibe dewlet, filan- bêvan…Cihanê van salê dewyê dît ku ne ku Kurd lê gelê dorê yê dagerkirin têrorîst, zalim, neheq.Sedsala 21 ê ye… Zaroka dibistanê jî siyasimedara, siyasîmedartir e.Ez bawar nakim hukumdarya Tirk pêvajoke çareseriyê dest pê bike Wê jî bêjim, çiqas zû hukumdarya tirk çareserîkê pirsa kurdî ra bibîne ewqas jêra baș e, ewqas emeê wê wê dirêj be. Eskerê Boyîk17.05.2017