Nivîsar

Eger hafizeya beqan hebûya …

Tê zanîn. Bi guherîna şertan re, birêvebirên tirkan mecbûr man û li gorî hêza xwe ya eskerî û sîyasî jibermayîyên dewleta Osmanî komareke nuh danîn an jî dewleta heyî ji nû ve tenzîm kirin. Berî damezrandina vê dewleta nû, gava cih li tirkan teng bûbû, tirkan bi awayekî jîrekane û serkeftî bi çend gotinên wekî “em hemî misilman in, bira ne, ev dewlet ya me hemiyan e” dudiliya kurdan nerm kir û rê li pêş kurdan girt ku ji bo xwe li çareyeke din negerin. Kurdên bêrêxistin û dest vala, dan dû tirkan û li hespê Kemal Paşa siwar bûn. Hin jê bi cil û bergên kurdî li kolanên Enqereyê geriyan, Kemal Paşa ji kêfa dilan pêyên xwe li erdê dixist, “Bijî kurdino,” digot!

Lê piştî ku tirkan cîhê pêyên xwe saxlem kirin êdî hewcedariya wan bi kurdan nema, îttîhatçiyên nuh, kemalîst, vegeriyan ser asasê xwe û dan ser rêya selefên xwe: Ev welat yê tirkan e, yên mayî xizmetkar in!

Kurdên ku dan dû birêvebirên tirkan zû ji hespên xelkê daketin an jî xwediyên hespan bi lez ew daxistin û li meydana siyasetê ew bi tenê hîştin. Gava kurdan li hember sîyaseta nîjadperest û dagirker ya tirkan nerazîbûna xwe nîşan da, hingê bi dilekî xemgîn dîtin ku bêdost û piştgiran mane. Dunya wek hercarî sar bû!

Tirkan êdî behsa wan gotinên li jor binavkirî nedikir. Êdî li “welatê tirkan” herkes hevwelatiyê bextewar bû. Yên bi bextewariya tirkan qaîl nebûn, tirkan bi xurtî ajot ser wan û bi darê zorê ew anîn ber sekûya hedayetê, sekûya tirkîtîyê. Kemalîstan seranserê welatê kurdan bi sêpikan xemiland. Dagirkeran, ji bo terş û talanê, şûrên xwe seqandin, konên xwe li rex sêpikan danîn!

Civak, netewe û mirov bi gelemperî bi bîra xwe hene û bi wê dikarin ruknên banê xwe daynin. Mirov, civak û neteweyên bêbîr mehkûmê têkçûnê ne. Kurd ji bîra, çandî, civakî, tarîxî bêpar in. Rewşenbîr û sîyasetmedarên wan (kurdên bakûr) wek zembîlfiroşan in. Bi dengekî berz, bi qelebalixeke tewş ji bo firotina çend zembîlan toz û dûmanê bi ser serê xwe dixin. Li ber derbên şûrên tirkan yên siyasî û fikirî, zembîlên wan mîna rêsiyên gîha ji hev difelişin.

Li şûna ku cîhên pêyên xwe li ser axa xwe, li welatê xwe, li nav civaka xwe qeîm bikin, timî li devê fikirbazên tirkan dinerin! Li şûna ku di warê çand, ziman, tarîx û têkoşîna milî de kurdan perwerde bikin, şiûra neteweyî mefûma axa bav û kalan, mefûma welêt xurt bikin, bi tiştên ne hêjayê pênc pereyan mijûl dibin.

Divê bête zanîn: Tirkên ku bi çavekî xiniz li destkeftên kurdan yên li vî an wî parçeyê Kurdistanê binerin, yên ku nexwazin kurd li welatê xwe bibin hukumran, yên ku xêra kurdên başûr, rojhilat, rojava nexwazin ew çi bêjin jî vala ye, tewş e, xapandin e; ne mimkin e ew dost û dilxwazên kurdên bakûr bin jî. Reng, deng, îdeolojî û gotinên wan ji zêr bin jî ji bo kurdan pênc quruş nakin.

Ji hêla din de, ji xwe re li aqilê qaşo siyasetmedarên “kurdan” binerin: Ji tirkan, farisan, ermeniyan, moxol û rûsan re dewletbûyîn hêja û zerûrî ye, lê ji bo kurdan nehewce û paşverû ye. Ji bo kurdan çi hewce ye? Tewşkarî, mijûlîyeke bêarmanc, bi kurtî, hîç tiştek!

Hemî civakên heyî xwedî bîr in, bi bîra civakî, bi bîra çandî, bi bîra siyaseta navdewletî tevdigerin û li gorî şertên heyî têdikoşin û pirsgirêkên xwe çareser dikin. Siyaset rê nade dilpakiyê! Tecrûbe, bîra civakî û tarîxî timî rêya mirov ronî dikin. Siyaseta bêbîr mîna avzêma biharê ye, bi xwişîn ber dibe, tu yê bêjî aş li ber digere, lê piştî demekê ziwa dibe.

Sed sal berê tirkan bi darê zorê ajot ser me. Kurdan reaksiyon nîşan da û xwestin çembera dagirkeran bişikînin lê nebû. Tirkan wê gavê du rê li ber kurdan danîn. Ya tirkbûyîn yan sêpik!

Di heyamê 90 salên bihurî de tirkan em fêrî gelek tiştan kirin. Zimanê tirkî, tirkbûn, hevwelatîbûn û ”biratiya tirkan û kurdan” bûn çîrokên nûjen.

Bi kîjan navî, bi kîjan teorî û îdeolojiyê, bi kîjan ol û rêberiyê dibe bila bibe, ji bo kurdan ev xusûsiyetên partî, komele, rewşenbîrên tirkan hîç ne muhîm in, ya muhim ka ew mafên miletê kurd wek miletên dunyayê qebûl dikin an na, ev muhîm e û ev tayînkerê hevbeşiya kar û tifaqê ye. Wekî din çîrok in.

Kakilê doza kurdan miletbûyîn û li ser axa xwe hukumranî ye.

Dibêjin gava mirov beqekî sax bavêje nav ava germ tavilê reaksiyonê nîşan dide û bi çildanê xwe difilitîne, an jî dikare xwe bifilitîne. Lê heke mirov beroşekî bi ava sar dagirtî dayne ser agir û beqê sax li nav beroşê dayne, beq çil nade. Av hêdî hêdî germ dibe û beq jî hêdî hêdî hînî rewşa nu. Bi vî awayî beq reaksiyonê nîşan nade, bi kela avê re êdî beq nikare çil jî bide, ji ber ku masûlke tevizîne û beq dimire…

Heke bîra beqan hebûya, dê karibûna çareyekê bibînin…

Beq bêbîr in û timî ji hinan re dibin şîv.

Serdar Rosan
28- 09- 2011

Back to top button