Hevpeyvîn

Eger em daxwaza dewleteke Kurdî bikin em ji vê yekê şerm nakin ‘

Kanala El-Cezîre hevpeyvînek ligel serokê Civata Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û serokê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Dr. Ebdilhekîm Beşar çêkir û çend pirsên girêdayî rewşa gelê Kurd li Sûriyê û helwêsta tevgera siyasî ya Kurd li Sûriyê ji rêjîm û opozisyona Sûriyê ji navbirî kir. Pirsên kanala El- Cezîre û bersivên Dr. Ebilhekîm Beşar bi vî rengî bûn.

Hun pêwendiya di navbera Civata Niştimanî ya Kurdî û Civata Niştimanî ya Sûriyê de çawa dibînin?

Dr. Ebdilhekîm Beşar: Me weke Civata Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê biryar girt ku pêwendiyan ligel herdu aliyên serekî yên opozisyona Sûriyê ku ew jî Civata Niştimanî ya Sûriyê û Desteya Hevahengiya Niştimanî xurt bikin. Hê jî pêwendiyên me berdewam in ji bo pêkanîna hevtêgihiştinekê derbarê pêşeroja Sûriyeya nû û çareserkirina pirsa Kurd û yekrêziya opozisyona Sûriyê de. Heya vêga jî gotûbêj berdewam in û pêşveçûneke erênî çêbûye, lê belê em hê jî negihiştine peymaneke dawî derbarê pêşeroja Sûriyê û çawaniya çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê.

Tê gotin ku Civata Niştimanî ya Sûriyê hewl dide hemû hêz, partî û pêkhateyên Civata Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê bîne aliyê xwe, lê diyar e hun vê yekê qebûl nakin, ji ber çi?

Em ne li dijî vê yekê ne, lê belê hê jî gotara Civata Niştimanî ya Sûriyê derbarê Kurdan de di kongreyê wê civatê yê yekemîn de li Tunisê hê jî li jêr asta daxwaz û hêviyên gelê Kurd e û li jêr asta mafên gelê Kurd yên rewa ye. Herwiha hê jî gotara Civata Niştimanî ya Sûriyê qels û lawaz e derbarê pirsa Kurd û pêşeroja Sûriyê weke welatekî ku gelek netewe lê dijîn.

Mebesta te ew e ku Kurd li Sûriyê bikarin dewleteke xwe ya serbixwe ya Kurdan dirust bikin?

Nexêr. Me di Civata Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê de gelek biryar girtin ku berî ku di berjewendiya Kurdan de bin, di berjewendiya tevahiya Sûriyê de ne, weke redkirina navendîtiya siyasî û avakirina dewleteke sêkûler û sivîl, herwiha me daxwaza peymaneke civakî ya nû di navbera tevahiya pêkhateyên Sûriyê de, kir.

Redkirina navendîtiya siyasî ya ku te amaje pê kir, dibe ku weke rengekî serxwebûnê ku Kurdên navçeyê bi giştî û ne tenê Kurdên Iraq û Sûriyê lixwe bigire, bê şîrovekirin?

Me daxwaza ne-merkeziyeta siyasî ji bo tevahiya Sûriyê kiriye li ser xaka Sûriyê û li jêr banê yekîtiya Sûriyê weke xak, serwerî û gel. Lê belê ji ber hebûna gelek netewe, ol û mezheban li Sûriyê em di wê baweriyê de ne ku ne-merkeziyeta siyasî çareseriyeke kêrhatî ye nemaze bo nehiştina aloziyan piştî guherîna rêjîmê.

Lê li hember vê yekê çawa dikare aliyê din û pêkhateyên din ên Sûriyê bên piştrastkirin ku hun Kurd şoreşê bikar nayînin weke riyekê ber bi avakirina dewleteke Kurdî?

Dr. Ebdilhekîm Beşar: Eger em daxwaza dewleteke Kurdî bikim, em ji vê yekê şerm nakin, ji ber em gelek in li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn. Lê me biryar daye di hundirê Sûriyê de wek xak, gel û pêkhateyeke siyasî bimînin. Em li hevbeşiyeke ciddî digerin ligel birayên xwe yên Sûriyê bi hemû girêdanên wan ên netewî, hizrî û mezhebî ve. Em li peymaneke civakî ya nû digerin ku berevajî peymana mecbûrî ya partiya Baasê û rejîma serdest be, herwiha em bi hemû awayan cudabûnê red dikin. 

Rojevakurd/Rudaw

Back to top button