Edî malbatên kurdên Êzîdî yên herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, dest ji jiyana koçberî û derbideriyê berdidin û berê xwe didin zêdên xwe.
Beriya çend rojan zêdetirî 10 malbatan, ku ji wan malbatan kurd Êzîdî jî hebûn, ji kampên Şehbayê û Helebê berê xwe dane gundê xwe.
Mustefa Şêxo çalakvanê kurd îro 18ê Nîsana 2022yan, ji ARKê re da zanîn ku gundê Qestel Cindo yê ser bi navçeya Şera ve, pêşwazî li 7 malbatên kurdên Êzîdî kir.
Ji bilî wan malbatan, Şêxo eşkere kir ku 5 malbatên din vegeriyan navçeya Şiyê û gundê Qermitliqê ku hijmara giştî dibe 13 malbat yên di vê dema dawiyê de hatine.
Li gorî malbatên ku vedigerin dibêjin ku rastî gelek astengî û zehmetiyan tên, ta xwe digihînin bajar û gundê xwe, gujme pereyên zêde didin, serbarî astengiyên ji aliyê PYDê li Şehbayê û Helebê û Munbicê li aliyekî, û jî ji aliyê komên çekdar yên li Efrînê û Cerablusê û Ezazê li aliyekî din.
Şêxo tekez kir ku ji serê meha Nîsanê ve zêdetirî 130 malbat vegeriyane hîn pêl berdewam e.