Endamekî civata giştî ya Gorranê dibêje, YNK û MÎTa Tirkiyê bi awayekî veşartî li diijî PKKê rêkeftin kirine.
Endamê civata giştî ya Gorranê, Reşîd Kerîmxan ji BasNewsê re got, YNK û MÎTa Tirkiyê li dijî PKKê rêkeftin kirine da ku hebûna PKKê li devera Silêmaniyê nehêlin.
Reşîd Kerîmxan her wiha got, di çarçoveya wê rêkeftinê de çendîn endamên PKKê hatine girtin û beşek alîgirên PKKê jî bi mal û zarokên xwe ve ji Silêmaniyê hatine derxistin.
Wî endamê civata giştî ya Gorranê anî ziman jî, êdî YNK nikare fişara Tirkiyê tehemil bike û got, hêzên PKKê li Silêmaniyê pir in loma îhtimal heye li hinek deveran di navbera YNK û PKKê de şer derkeve.
Li ser bêdengiya serkomarê Iraqê Berhem Salih, ku serkirdeyê YNKê ye, wî serkirdeyê Gorran got, sebeba bêdengiya Berhem Salih rêkeftina veşartî ya YNKê bi MÎTê re ye. Rêkeftina han hîn di medyayê de nehatiye behskirin, çimkî veşartî ye. Li hinek deveran PKK ketiye hereketê û bi vê rêkeftinê re pêwendiyên YNK û PKKê derbasî qonaxek din dibe.
Reşîd Kerîmxan li ser rewşa PKKê jî got, PKK di rewşek zehmet de ye û nayê zanîn rêkeftina YNK û Tirkiyê dê çi bîne serê PKKê.