Êdî xwendekarên parçeyên din dikarin li zanîngehên Başûr bixwînin
Rêveberiya giştî ya azmûnan a hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku xwendekarên kurdên parçeyên din yên Kurdistanê (Tirkiye, Îran û Sûriyê) yên ku lîse xilas kiriye, ji bona timamkirina xwendinê, li zanîngeh û peymangehên herêma Kurdistanê bên wergirtin û ji bo vê yekê jî pêwîste formên taybet tejî bikin.
Li gor nûçeyek ya wezareta perwerdeya hikûmeta Kurdistanê, rêveberiya giştî ya azmûnan di daxuyaniya xwe de dibêje:
– Dergehê pêşkêşkirinê ji bo xwendekarên kurdên ku li Tirkiye, Îran û Sûriyê amadeyî qedandîn vekiriye ku ji bo xwendina sala 2011-2012 li zanîngeh û peymangehên herêma Kurdistanên bixwînin. Kesên ku bixwazin dikarin bi rêya malpera wezareta perwerdê ya herêma Kurdistanê, ji bo wergirtina li zanîngeh û peymangehên herêma Kurdistanê formên taybet dagirin.
Forma daxazkirinê li malpera wezareta perwerdê (www.Kurdistan-moe.org) hatî belavkirin û dema herî dawî ya ji bo dagirtina forman jî 15.08.2011ê ye.
Herwiha piştî ku form tê dagirtin, wê bi rêya e-mail ([email protected]) bo rêveberiya giştî ya azmûnan a wezareta perwerdeyê bê vegerandin.