Nivîsar
Edhem Barzanî: Bese ev xwe biçûk dîtin
Endamê encûmena serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Edhem Barzanî, beşdarîkirina cîgirê serokwezîrê Kurdistanê û çend wezîrên hikûmeta Kurdistanê di pêşwazîkirina serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî de rexne kir.
Edhem Barzanî bi rêya rûpela xwe ya Facebookê awayê pêşwazîkirina Nurî Malikî ji aliyê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê rexne dike û dibêje:
- – Gelek tiştên seyr û semer li vî welatî diqewimin, dewleteke me heye ku piraniya desthilatên wê di destê 2 partiyan (PDK û YNK) de ye, Serokwezîr PDKê ye û cîgirê wî YNKê ye, aloziyek jî navbera Bexda û Hewlêrê heye.
- – Serokwezîrê herêma Kurdistanê, li Silêmaniyê, ne di pêşwaziya serokwezîrê Iraqê de bû, lê cîgirê wî û çend wezîrên hikûmetê amade bûn. Li vir mebesta min ne ewe ku behsa siyaseta her du partiyan bikim, tiştê ez dixwazim li vir wek welatiyekî vî welatî bêjim eve ku, hikûmet hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, gelo ev du rengî maf nade me wek welatî em ji vê hikûmetê re bêjin kengî çê dibe li hember nehezên Kurdistanê lawaz bin û ev du rengî li ber çavê hemû kesekî bikeve? Gelo ev di berjewendiyên bilind ên kurd û Kurdistanê de ye?
Weke tê zanîn roja çarşemiya borî, serokweîzrê Iraqê Nûrî Malikî bi hevaltiye şandekê, bi mebesta bixêrhatina serokomarê Iraqê Celal Talebanî, serdana bajarê Silêmaniyê kir û ji bal endmên Polîltburoya YNKê û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê û çend wezîrên ser bi YNKê ve hate pêşwazîkirin.