Cîhan

Li Norweçê jineka misilman bû wezîr

 

 

Di dîroka welatê Norweçê de yekem car misilmaneka jin, di kabîneya hikumeta Norweçê de cih digre. Jina 29 salî Hediye Tacik, a ku bi eslê xwe  Pakistanî ye, bû wezîra çandê. Ji aliyê serokwezîrê Norweçê Jens Stoltenberg ve Tacik girtine kabîneya wezîran. Li Norweçê ev biryara, wek biryareke şoreşî tê hesibandin. 

Hediya Tacik, di 18ê Hezîrana 1983 an de hatiye dinyayê. Di parlemena Norweçê de, wek endamê Partiya Karkeran cih digirt. Wezîra ciwan Tacik, li bajarê Norweçê Strandê ji dayik bûye. Li Brîtanya li Zanîngeha Kingstonê Mafên Mirova, li Zanîngeha Stavangerê Rojnamegerî, li Zanîngeha Oslo’yê jî Hiquq xwendiye. 

Hediye Tacik, ji wezîrê edaletê yê Norweçê yê berê Knut Storberget re jî şêwirmendî kiribû. Di sala 2009 an de ketibû parlemena Norweçê. 

 

Back to top button