Cîhan

Ebadî: Em nahêlin kesek ji sinorên me êrîşê Tirkiye bike

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadi  di civina çapemeniyê  de di behsa serdana xwe ya Tirkiye kir û da xûyakirin ku ewê li gel Tirkiye behsa çi bikin.Ebadi ji bo serdana xwe ya Tirkiye jî da xûyakirin ku, ew hêvî dikin ku ji bo avê li hev bikin û bi wekhevî av bête bi karanîn. Ebadi dibêje ku, li gel pirsa avê emê behsa ewlehiya sinora û bazirganiyê jî bikin. Ebadi ragihand ku em rê dan tu kes ji sinorên me êrîşê bibe ser Tirkiye ji bo vê yekê emê sinorên xwe biparêzin.Ebadi behsa dorpêça li ser Îranê jî kir û got: Îran cîranê meye, em gelekî girîngiyê didin cîranetiyê.Em van dorpêçên li ser Îranê tiştek zalimane dibînin. Lê bo mejî berjewendiyên Iraqê ser her tiştekire ye.

Back to top button