Ebadî dixwaze bi rêya PYDê zextê li Kurdistanê bike
Serokwezîrê Iraqê û hevserokê PYD S.Muslim li Bexdayê civînek weşartî pêkanîne û di civînê de biryar dane ku zextê li hukumeta Kurdistanê bikin da ku helwesta xwe li himber Bexdayê nerm bike.
Di vê derbarê de Basnews nûçeyek belav kiriye û behsa naveroka civînê dike.
Çavkaniya ku ev nûçe gihandî Basê, dibêje: “Dema ku Salih Mislim û her du hevalên xwe gehiştine Bexdayê, ji aliyê tîmeke merasîman a nivîsgeha Ebadî ve hatin pêşwazîkirin û ew gihandine Navçeya Kesk. Piştî ku gihan wê navçeyê, bidizî ligel Ebadî civiyane û ligel çend grûpên din ên ser bi hikûmeta Ebadî ve, civiyan e.”
Li gor ku çavkaniya Bas aşkere kiriye “Di civînê de her du aliyan behsa çend tewerên girîng kirine. Tewerê herî girîng jî bihêzkirina peywendiyê Hikûmeta Iraqê û PYD bû, Ebadî soza alîkarîkirina PYD daye û di beramber de PYD alîkariya rejîma Sûriyê bike û di paşeroja guhertinên sînorî yên di navbera Sûriyê û Iraqê de, eger PYD karî li hinek navçeyên sînorî di navbera Iraq û Sûriyê de bi paşî kontrola xwe bisepîne, ji aliyê Iraqê ve jî Heşda Şeibî karî bibaşî sînor kontrol bike, divê wê demê PYD alîkariyên Hikûmeta Iraqê bighîne rejîma Sûriyê.”
“Her du ali yek nêrîn bûn jî ku, pêwîste ji niha û şûn ve guvaşeke zêde bixine ser Herêma Kurdistanê, çi ji aliyê siyasî ve û çi ji aliyê medyayê ve, heta ku Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê bermaber Hikûmeta Iraqê û PYD, nermiyê nîşan bide.”