Cîhan

DYA:Li Sûriyê 2 berpirsên DAIŞê hatin kuştin

Li gor daxuyaniya CENTCOMê, operasyon îro 11ê Kanûna 2022an di saet 02:15 de li gor dema herêmê li rojhilatê Sûriyê û bi awayekî “serkeftî” hatiye destpêkirin, lê ti zanyariyên din derbarê cihê ku operasyon lê hatiye kirin, nehatiye aşkerekirin.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ragihandiye, yek ji wan berpirsên DAIŞê navê wî Enes bûye ku berpirsekî herêmî yê wê rêxistinê bûye li Sûriyê û di plandanîn û asankariyên ji bo operasayonên DAIŞê li rojhilatê Sûriyê de rola wî hebûye.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Êrîş di 02:15 sibeha roja Yekşemê bi helîkopterê hatiye kirin û di encamê de du berpirsên DAIŞê hatine kuştin. Yek ji wan navê wî Enes bû ku berpirsê wîlayeteke DAIŞê bû li Sûriyê û destê wî di asankarî û encamdana êrîşên têkderî yên wê rêxistinê de li rojhilatê Sûriyê hebûye.”

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê herwiha dibêje, “Hêzên Amerîkayê bo serxistina operasyonê li ser planeke berfireh dest bi êrîşê kirin û li gorî zanyariyên destpêkê ti sivîl nehatine kuştin.”

Fermandehiya Navendî ya ‌Hêzên Amerîkayê pabendbûna xwe bi karkirina bi hêzên xwecihî re ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê li ser cîhanê dubare kir û got, “DAIŞ berdewam e li ser şopandina ajandayeke operasyonê ya tundrew, di nav de êrîşên derve yên ku gefê li hevalbend û hevkarên Amerîkî li herêmê û derveyî wê dikin.”


Back to top button