CHP: Emê pirsa Kurd di parlementoyê de çareser bikin!
Şanda CHPê di serokatiya cîgirş CHPê û berpirsş Maseya Rojhilat Oguz Kaan salici serdana Dîlpkê kir û li vş derş civînekberfireh li darxist û behsa siyaseta CHPê kir.
Rojenemvan Ozlem Gurse ji cîgirê serokê CHPê birsî:
Hûn çi sozê didin dengdêrên Kurd, hûn çi ji wan re dibêjin? Tifaqa Cumhur îdia dike ku hûn ” federasyonê, xweseriyê û azadkirina Apo dixwazin” ev çiye?
“Em dibêjin dê zikê we têr bibe. Li Tirkiyeyê -li Rojhilat û Başûrêrojhilat hîn bêhtir- derfeta kar hebe,herkest dê têr bibe rewşa aborî dê gelekî baş bibe. Li vê derş feqîrî zêdeye û ciwan bê karin.
Hûn ji ji dipirsin ku emê ji bo pirsgirêka Kurd çi bikin?Helbet behsa meseleya kurd tê kirin, ma mimkûn e ku meriv qala wê neke? Helwesta me ya li wir pir zelal e.”
– Çawa zelal?
“Em dixwazin pirsgirêka Kurd li Meclîsê, di nava yekîtî û yekparebûna Tirkiyeyê de, bi rêbazên demokratîk çareser bikin. Kevneşopiya me ya siyasî di vî warî de yek ji kevneşopiyên ku herî zêde lê difikire, kevneşopiya SHP-CHP ye. Ev pirsgirêkeke ku tevahiya Tirkiyeyê hembêz dike. Pirsgirêkeke ku divê li ser esasê maf û azadiyan bê çareserkirin.
Emê li Edîrne û Çankiriyê çareseriya pirsgirêka Kurd bikin.
Di pêvajoya çareseriyê ya AKP’ê de me îtîraz kir. Me digot hûn bi vê rêbazê nikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin.
Em li ser nîqaşkirina pirsgirêka Kurd, ne şermûyine û ne jî tirsonek in.
Lê hûn nikarin li pişt deriyên girtî bi bazariyên veşartî pirsa Kurd çareser bikin. Bînin parlamentoyê, bila hemû aliyên siyasî yên li parlamentoyê hewl bidin çareser bikin.
Partiya Dad û Geşepêdanê li pişt deriyên girtî danûstandin kir. Dema me got divê were meclîsê, gelek kes li ser nefikirîn. Îro her kes dibêje lazim e di parlamentoyê de çareser bibe.”