Cîhan

DYA ji bo Îran: Êrîşên xwe rawestîne

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi tundî êrişên Îranê yên Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand,

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di daxuyaniyeke nivîskî de êrişên berdewam ên Îranê yên li ser  Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir. Price got: Em bi tundî êrîşên berdewam ên mûşekî û dronî yên îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”

Ned Price diyar kir, Îran bi awayekî berdewam û bê şermane serweriya axa Iraqê binpê kiriye û daxwaz ji Îranê kir, êrîşên xwe bo ser axa Herêma Kurdistanê û Iraqê rawestîne û gefên zêdetir li dijî yekîtiya axa Iraqê neke.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê tekezî li piştevaniya Waşingtonê bo Hewlêr û Bexdyaê dike.

Ned Price wiha got, “Em bang li Îranê dikin ku gelek caran û bi bêşermane serweriya Iraqê binpê kiriye, van êrîşan rawestîne û xwe ji gefên nû li ser yekparçeyiya axa Iraqê dûr bixe. Amerîka li kêleka hevbeşên me yên li Bexda û Hewlêrê radiweste û armanca hikûmeta Iraqê ya parastina ewlehî, aramî û serweriya welat jî hevbeş e.”

Back to top button