Polîtîk

Serokkomarê Iraqê bi serdanekê gihîşt Hewlêrê

Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd îro bi serdanekê gihîşt Hewlêrê û dê bi serok Mesûd Barzanî û rayedarên din ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Firokeya Serokkomarê Iraqê beriya kêliyekê li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê danî.

Li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd kir.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Şêx Ceifer Şêx Mistefa, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û hejmarek berpirsên din di pêşwaziya Serokkomarê Iraqê de amade bûn.

Li gor agahiyan, Ebdulletîf Reşîd dê bi Serok Mesûd Barzanî û herwiha bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Serokkomarê Iraqê herwiha dê serdana bajarê Duhokê jî bike û beşdarî di konferanseke Zanîngeha Amerîkî ya li vî bajarî bike.

Di navbera 15-17 Mijdara 2022an de li Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan a Duhokê, Foruma Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn tê lidarxistin. Serokkomarê Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di forumê de beşdar dibin.

Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê, Ebdullah Eliyaweyî duh Duşembê ji Rûdawê re gotibû, “Roja Sêşembê Ebdulletîf Reşîd diçe Pîrmamê û li wê derê bi Mesûr Barzanî re dicive û bi hev re hin mijaran gotûbêj dikin.”

Ebdullah Eliyaweyî diyar kir, Ebdulletîf Reşîd dê serdana Duhokê jî bike û dibe ku li wê derê serdana hin çadirên koçeran jî bike.

Back to top button