Enflasyona Partî û Rêxistinên Kurda..

A girîng ev e ku em karibin dersan ji paşeroja xwe bistînin û rûpelekî nû ji bo pêşeroja xwe vekin. Ew rûpel jî samîmîyet e, dirustî ye, bahwerî û cesaret e. Heke ev hebin wê avakirina tifaq û yekîtîyê ne zehmet be.
Nûrî çelîk
Nizanim gelo li welatekî din ewqas rêxistin û partî hene yan na, lê ez zanim heke xelatek Nobel ê ji bo zêdebûna partîyan bihata dan, sedî sed wê ew xelat bibûya para me Kurdan. Li Bakur 30-40 milyon Kurd dijîn, ji Awrûpayê zêdetir rêxistin û partîyên wan hene. Li Rojava 3-4 milyon Kurd dijîn, ji Îskandînavya û Rûsyayê zêdetir partîyên wan hene. Li Başûr 6-7 milyon Kurd dijîn, ji Çîn û Maçîn ê zêdetir partîyên wan hene. Li Rojhilat 12-15 milyon Kurd dijîn, ji Amerîkayê zêdetir partîyên wan hene. Wek min got, heke xelatek Nobel ê ji bo zêdebûna partîyan bihata dan, sedî sed emê bibûna xwedîyê xelata Nobel ê.
Werhasil, dibêjin ” herkes li ser mirîyê xwe digrî”. Emê jî li ser mirîyên xwe yên Bakur bigrîn û ji xwe giranîya mijarên me jî li ser Bakur in.
Ezezî, berjewendî, meqam û pozbilindîya rêvebir û kadroyên partîyên me bûye wek penceşêrê û ketiye laşê wan. Ev nexweşî di pêşîya tifaq û yekîtîyek netewî de bûye kelem û strî û di laşê Kurdan de radibe. Ev rêvebir û kadroyên ku 40-50 sal in di nava siyaset û tekoşînê de ne û gelek ji wan bedelên giran jî dane, dikin û nakin nayên cem hev û nikarin yan naxwazin di bin sîwanekê de bibin hêzek Kurdistanî. Di gotinê de helbet Kurdistanî ne, lê li qadê tu xizmetek berbiçav ji Kurdistanê re nakin. Bi ser ku dizanin bi tena serê xwe nikarin gavekê jî pêş de herin, lê dîsa jî çavên xwe ji rastîyê re digrin û siyasetek hindik û rindik, germik û nermik, siyasetekbê êş û bê bedel dimeşînin. Ev yek jî bê guman tu xêr û bereketê nade pêşketina doza me û di encamê de rûn li ser nanê siyaset û plan û projeyên dewletê û hêzên pê ve girêdayî re dike.
Îro li Bakur bi navê PDK 5-6 partî hene. Hemû jî xwe wek parêzerên rêbaza Barzanî dibînin û şûr simbêlê wan nabire. Tu pirsgirêkên îdeolojîk yên ku wan dûrî hev bixin tunene. PSK û PAK Kurdistanî ne û dîsa tu pirsgirêkên wan yên îdeolojîk ku wan dûrî hev bixin tunene. Bi dehan, belkî bi sedan kesayet, rewşenbîr û nivîskarên ku Kurdistanî ne û tu pirsgirêkên wan yên îdelojîk bi hev re tunene, hene. Lê çi hikmet be ew jî wek partîyên heyî nayên cem hev û nikarin di bin sîwanekê de bibin yek. Herkes dixwaze bi destekî rahije du-sê zebeşan, lê encam tofan ü bohran e.
Birastî çi bi me hat? Çi bi wan kadro û rêvebirên ku di dema xwe de wek çirûskên êgir bûn, hat? Ew germî, fedakarî, ruhê şoreşgerî û Kurdewarî çi lê hat? Ew rêvebir û kadroyên ku piranîya wan îro jî serkêşîya tevgera Kurd dikin û hîna bi hişmendîya berî 40 salî dilivin, wîjdanen çawa karin razên? Çi di destê me de maye ku em li ser li hev nakin? Em hemû têk çûn, me rêxistin û partîyên xwe têk birin, me meydan ji xêrnexwaz û neyaran re hişt, û hîna jî em dibêjin ez û ez. Pelûla ku bi serê me de rijiyaye bi serê tu kesî de ne rijiyaye. Lê dîsa jî em ji hev danaxwin û li rê û çareserîyekê nagerin.
Gorbuhiştê Cegerxwîn digot, “Heger em nebin yek, emê herin yek bi yek”. Hûn dev jî yek û yekê jî berdin, heger em nebin yek, emê kom bi kom herin, emê wek millet herin. Û di vê çûnê de helbet sûcdar û sersebebên herî mezin jî emê bi xwe bin. Ji ber vê, divê her endam û ferdê van partîyên heyî zorî li serok û rêvebirên xwe bikin ku berjewendîyên xwe yên partîtîyê deynin alîyekî û ji bo tifaq û yekîtîya partî û tevgerênKurdistanî erkên xwe bînin cîh. Îdeolojî, ol û mezheb çi dibin bela bibin, heger samîmîyet û piçek hizra Kurdayetîyê bi me re mabe, tiştekî ku em nikaribin li hev bikin tuneye. Divê em nedin du tiştên çûyî. A girîng ev e ku em karibin dersan ji paşeroja xwe bistînin û rûpelekî nû ji bo pêşeroja xwe vekin. Ew rûpel jî samîmîyet e, dirustî ye, bahwerî û cesaret e. Heke ev hebin wê avakirina tifaq û yekîtîyê ne zehmet be.
Wext û zeman li bendî me namîne, zû derbas dibe û xeletîyan jî efû nake. Destê bi tenê deng jê nayê. Hîna ku fersend di destê me de heye divê em erkên xwe bînin cîh û li hev kom bibin. Yan na, em li dinya û axretê wek rûreşên Kurd û Kurdistanê bimînin.