Polîtîk

Asayîşa PYDê rê nade ENKS kongreyê xwe li Qamîşlo çêke

Asayişa PYDê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê(rojavayê Kurdistanê) rê nedan ENKS çaremîn kongreya xwe li bajarê Qamişlo lidar bixe. Endamê Kongreya ENKSê Ednan Bozan got “PYD rêz li biryarên ku ew distînin nagrin.”

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, careke din rê li ber wê hatiye girtin ku 4emîn kongreya xwe li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li dar bixe.

Biyar bû îro demijmêr 10ê sibehê li hola Zana ya bajarê Qamişlo ew kongire bihata li darxistin, lê li gorî Serkirdeyên ENKSê Hêzên Asayişê rê nedan endamên Kongireyê derbasî cihê Kongir bibin. Heta niha asayişê tu daxuanî li ser vê yekê nedaye.

Endamê Kongireyê ENKSê Nafih Ebdulla got “4emîn Kongreya ENKSê dê li li Hola Zana li Qamişlo bihata lidarxistin, lê mixabin asayişa ser bi PYDê ve bi ser kongreyê de girtin û nehiştin kongre pêk were. Piştre me xwest em kongreya xwe li Ofîsa PDK-Sê ya li Qamişlo saz bikin, lê dîsa hêzên asyişa PYDê hatin, gotin ku nabe hûn kongreya xwe saz bikin.”

Serokê Enûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê Siûd Mela dibêje, moleta li darxistina Kongreyê bi rêya Şandiyê Amerîka re hatibû wergirtin.

Endamekî din yê Kongreya ENKSê dibêje, PYDê bi rêgirtinên li karê wan dixwaze jiyana siyasî li Rojavayê Kurdistanê tune bike û diyar dike ku Amerîka sozên xwe ji bo ENKSê pêk neanîn.

Endamê Kongreya ENKSê Ednan Bozan ragihand “Ev karê hanê PYDê heyta siyasî li Sûriyê tine dike, lê herwiha ENKS û partiyê tê de dê her li ser xeta xwe bimînin û berevaniyê mafên xelkê Kurd bikin bi siyasî. PYD rêz li biryarên ku ew distînin nagrin.”

Li dawiya sala 2017an dema ku endamên 4emîn kongireya ENKSê li nav hola kongireyê bûn, Hêzên Asayişê ew ji holê derxistin, û kongire hat paşxistin, wê demê tenê Serokê ENKSê hat guhertin.

Back to top button