Polîtîk

PKK: Tu pêwendiya me bûyera Stanbulê re tuneye..!

YPGê li ser êrişa li Teksîm. ya Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand: “Duh teqîneke terorîst li Kolana Îstiklalê ya Stenbolê rûda, di encamê de sivîl bûn qurbanî. Piştî bûyerê hikûmeta AKPê û MHPê îdia kirin ku hêzên me ev teqîn pêk aniye û dest bi hûnandina senaryoyeke xeyalî û dûrî rastiyê kir. Em bi temamî wan îdiayan derewîn red dikin, ti têkiliyên me bi berpirsa êrişa terorîst ya bi navê Ehlam El-Beşîr re tune ye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Hemû cîhan dizane ku rêbaza hêzên me têkoşîn û parastina mafên gel û şerê li dijî terorê ye û her operasyonên ku sivîlan dikin hedef şermezar dikin. Hêzên me di çarçoveya demokrasî, mafên jinan û mirovan, têkoşîna li dijî teror û dîktatoriyê de dixebitin.”

MEZLÛM EBDÎ: TI TÊKILIYA HÊZÊN ME BI TEQÎNA STENBOLÊ TUNE

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser teqîna li Stenbolê ragihand: “Ti têkiliya hêzên me bi teqîna Stenbolê tune ye.”

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Em tekez dikin ku ti têkiliya hêzên me bi teqîna Stenbolê tune ye û em îdiayên ku hêzên me bi wê yekê tawanbar dikin red dikin.”

Ebdî ragihand: “Em sersaxiyê li malbatên kesên canê xwe ji dest dane û li gelê Tirk dikin û ji birîndaran re jî şîfaya bilez dixwazin.”

Back to top button