Cîhan
DYA dikare balyozxaneya xwe ya Şamê bigre
Li gora ajans a France Press radigihîne, wezereta derve ya DYA gotubêjê li ser girtina balyozxana DYA li Suriye dike.
Di vê derbarê de daxuyaniya wezereta derve ya DYA bi vî awayî ye: Em dibînin ku rewşa asayîşê li Suriye roj bi roj têk diçe. Taybetî piştî teqîna otomobilên bombe kirî bûye sedemê vê dîtina me.
Herweha hukumeta DYA radigihîne ku, wan ji hukumeta Suriye xwestiye ku balyozxana wan bête parêstin. Eger ev daxwazî neyê cih ewê balyozxana xwe li Şamê bigirin. Piştî çendî cara li Şamê alîgirên Esad êrîşê Balyozxana Amerîka li Şamê kirin, DYA hêjmara karmendên xwe li balyozxaneyê kêm kirîn û balyozê xwe Robert Ford ji bo demekî ji Surî kişandin. Balyozê Amerîka yê Suriye meha 12-ê sala 2011-ê vegeriya bû Şamê.
Rojevakurd