Nivîsar

Kurdistan hemî wek gora komkujiyê ye

Salên  90-î li Bakurê Kurdistanê salên tarîn e.Di van salan de zêdeyî 17 hezar kurd ji aliyê hêzên dewletê ve tarî, ronahî ferk nake hatin kuştin. Ji Stanbulê heta Şirnex kurd hatin girtin û hatin winda kirin. Gelek cara hatiye gotin heta qonaxa ku Demirel, Çîller û Agar desthilat bûn neyê ronî kirin li Tirkiye rêya siyasetê tu cara pakij nabe.

Li Diyarbekir, Şirnex, Silopî, Basa dehan cesedên kurdên ku hatin kuştin îro ji bin axê derdikeve. Di  van rojên dawî li Diyarbekir avahiya ku berê JITEM-ê wek baregeh kardianî bibû qada gorek a komkujiyê. Heta niha hestiyên 16 cesedan hatine derxistin. Li Silopî di baregehek leşkerî de hestiyê 6 cesedên kurdên kuştî hatin dîtin.

Herî dawî li devera nevça Basa cardin di baregehek leşkerî de gorek komkujî hate dîtin. Di encama kolandina de cesedê 4 kesan hatin derxistin. Malbatên kesên ku di wê demê de hatîn binçav kirin û winda bûyîn, ji bo teşhîs kirina cesedan çûn li cesedan rênîn. Wan ji cilên qurbaniyan ew nas kirin. Kesek di nav wan de nû zevicî bû. Ew bi cilên zavatî ve girtin û birin her bi wan cilan ve jî kuştin û weşartin. Birayê wî ew bi cilê zavatiya wî naskir.

Niha  kî dikare navekî li vê zilmê bike? 17 hezar kurd  17 hezar mirov bê şûc û bê sedem jiyana wan bi awayek hovana ji destê wan hate standin bi wan ve hezaran kesên din jî manewî kuştin.

Niha dema behsa çareseriya  pirsa kurd tê kirin , gelo ev  trahoma civata kurd derbas kirî çikas berbiçav tê girtin? Hêjî bi sedan dayîk çavên wan bi rêya zarokê wan e ku rojekî  vegerin. Na hêviya vegerê nema lê dîtina cesedê wan jî bûye hêviyek.

Gelo dema di rojeva siyasî de li ser pirsa kurd gotubêj tê kirin, ev trjediya ku miletê kurd jiyayî û hêjî dijî çikas berbiçav tê girtin.

Ji aliyê kî ve be bila be, dema zilm, zordarî bi desthilatdariya çekdarî tedarî li ser xelkê hebe divê ev yek bê şermezarkirin. Kurdistana Bakur civata kurd gelekî tehrîb bûye. Gelek nirxên civakî serûbinû bûne.  Heta ew tahribatên di vijdan û kesayeta civata kurd de hatîn kirin ji holê ranebê tu tiştek di vê civatê de li ser bingehê rasteqînî zehmete ku bê gotubêj kirin.

Bi kurtahî dewletê û siyaseta çewt a ne zelal nirxên civakî û neteweyî di nav kurdan de tevlîhev kirin e.

21.01.2012
Dara Bilek

Back to top button