Hevpeyvîn

Vegera Kemal Burkay, projeya dewletê ye

Hevpevîna Rudawê li gel Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murad Karayilan pêkanî beşa yekem  ji bo xwendevanên Rojevakurd hatibû ragihandin. Ev jî beşê duyem yê hevpeyvînê ye:

 

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murad Karayilan di hevpeyvîna xwe ya ligel Rûdawê de derbarê vegera Kemal Burkay de got: “Eşkere ye ku projeyeke dewletê heye; Kemal Bûrkay jî li gorî vê projeyê hatiye.” Karayilan derbarê gotinên Nêçîrvan Barzanî yên li Tirkiyê navnîşana rast guftûgokirina ligel PKK û Ocalane de got: “Jixwe heqîqet jî wisa ye. Ev tespît watedar in û rast in. Jixwe di pirsgirêka Kurd de çareserî encex wilo bibe.”  Herwiha Karayilan behsa çekdanîn û daxuyaniya Leyla Zana ya ku digot, ‘Xweserî têrê nake û divê referandûm bê kirinde” jî dike

Nivîskarê Rojnameya Radîkal a Tirkiyê Avnî Ozgurel di gotareke xwe de dibêje, “PKK wê berî havîna 2012’an çekan dane.” Hûn van gotinan çawan dinirxînin?

Murad Karayilan: Rast e, ne tenê Avnî Ozgurel, Taha Akyol û hinek nivîskarên din jî di şîroveyên xwe de dibêjin, “PKK wê heya havîna 2012’an çekan daynê.” Van şîroveyan li ser kîjan hesaban dikin ez baş nizanim. Lê ez difikirim ku ew planên AKP’ê dizanin û AKP dihesibîne ku wê vê zivistanê êrîşan li ser me geş bike, biharê jî berdewam bike û me bi piranî tesfiye bikê, bi vî awayî bigihe encamê û wilo wê pêvajoyeke nû pêşbixe. Belkî li ser vî hesabî şîroveyên wilo dikin. Ji ber ku AKP dibêje, “Emê pişta PKK’ê bişkînin, wê çaxê PKK wê mecbûr bimîne daxwaziyên me qebûl bike û wê dev ji çekan jî berdin.” Ango dixuye ku planeke AKP’ê yê bi vî şêwazî heye; ev kes jî dizanin. Gumane li ser wê van şîroveyan dikin.

Encex ev ne mimkun e. Çima ne mimkun e? Ji ber ku ew nikarin piştê li me bişkînin. Eger şikandin hebe wê pişta wan bişke. Em, ewqas tecrûbeyê me heye, civaka me heye, gelê me heye, hêzên me dikarin li hemberî wan di her eniyê de liberxwe bidê. Heta niha gelek êrîş li ser me çêkirin. Tecrîtekek giran û êşkenceya psîkolojîk li ser Serokatiya me meşandin ji bo gavan paşde bavêjê. Di plana wan a sala 2011’an de dixwestin gerîlayên me wekî gerîlayên Tamîlê tesfiye bikin. Çawa ku Srîlanka gerîlayên Tamîl kirin, wana jî dixwest me wisa tesfiye bikin. Li ser siyaseta Kurd zehf êrîş û girtin çêkirin, wana xwest siyaseta Kurd belav bikin, parçe bikin, dubendiyê têde çêkin. Li ser gelê me zextên faşîzan çêkirin, xwestin gelê me bitirsînin û teslîm bigirin.

Dewleta AKP’ê di van daxwaziyên xwe de heta niha negihîştiye yekê jî. Ji bo wê jî Dewleta Tirkiyê ne serkeftî ye, binkeftî ye. Îro li Îmraliyê berxwedan berdewam e, gelê me ji her demekê bêhtir xurt e, siyaseta Kurd li ser linga ye û gerîlayê azadiyê jî kêmasiyê xwe hene, lê niha ji her demekê xurtir e. Ji bo wê şert û mercê ku ew me tesfiye bikin nîne. Jixwe Dewleta Tirkiyê 30 sale dixwaze me bi şîdetê tune bike. Heta niha negihîştiye encamê, niha jî nagihê.

Ji bo wê ez dibêjim, ew gumana wan cihê xwe nabînê. Ango wana dihesibînin ku wê piştê li me bişkînin; emê mecbûr bimînin ku daxwaziyên wan qebûl bikin û çek deynin. Ev qet ne mimkun e û ev hesabên ne rast in jî.


Leyla Zana di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de got, “pêwîste referendûm bê kirin an jî çareseriyeke nêzî federaliyê hebe.” Hemû partiyên Tirkiyê, bi taybet jî CHP û MHP’ê qiyamet rakirin. We pi‏ştgirî dayê. Hûn niha ber bi wê yekê ve diçin ku li Bakurê Kurdistanê daxwaza federalî an jî referandûmê bikin?

Murad Karayilan: Bi esasî niha em di navbera xweseriya demokratîk û federaliyê de ciyawaziyeke pir mezin nabînin. Rast e sîstemek cuda ye, lê em di aliyê azadbûna civakê de ciyawaziyeke mezin nabînin. Mesele ew e ku Dewleta Tirkiyê fêm bike ku êdî netewe-dewlet û di yek navendê de bi şêwazekî navendî rêvebirina welatan dema xwe tê bihurandin. Êdî li ser rûyê erdê sîstemên rêveberiyên herêmî pêşdikevin. Niha Tirkiye vê qebûl nakê. Lê êdî ev di cîhanê de pêşdikeve û em Kurd jî vê wekî perspektîfa çareseriya pirsgirêka Kurd dibînin. Heman demê demokratîkbûna herêmê jî di vir re derbas dibe; demokratîkbûna Tirkiyê jî encex wilo bibe.

Ji bo wê projeya Xweseriya Demokratîk a me pêşniyar kirî, em ji bo tevahî Tirkiyê pêşniyar dikin. Di vê çarçoveyê de pirsgirêka Kurd jî wê çareser bibe. Tirkiye vê qebûl nakê. Dema vê qebûl nakê, tiştekî ku ileh em jî pêve girêdayîne nîne. Wê çaxê emê jî li rê û rêbazên cuda bigerin. Em wekî Kurd ne mecbûr in ileh di yek projeyê de heta dawî bimînin û di bin her şert û mercî de bi Tirkiyê ve girêdayî bin. Na. Madem Tirkiye ewqas zextê li me dike, hîç tiştekî me qebûl nakê wê çaxê emê jî bikevin nav lêgerînên cuda.

Helbet referandûm tiştekî demokratîk e. Madem niha AKP gelek caran dibêje ku “Kurd piranî bi min re ne”, bi esasî ne rast dibêje. Raste hinek bajarên wekî Dîlokê, Meletiyê di kevin de axa Kurdistanê ye, lê niha hebûna Kurdan li van deveran pir hindik e. Vana gişt wekî Kurd dihesibînin û dibêjin, Kurd piranî bi me re ne. Rastî ne wilo ye. Dema tu Tirk û kêm-neteweyên din ên li Kurdistanê dijîn jê derbixî, xelkê Kurd piranî bi şoreşê re ne. Kurd piranî ne bi wana re ne. Eger bi wana re ne, madem pê bawer dikin bila kerem bikin, em referandûmê çêkin. Pêşniyara ku Serok APO kirî û Tevgera me xistî proje ji ber Dewleta Tirkiyê qebûl nakê, wê çaxê emê bikevin nav lêgerînên din. Di vê çarçoveyê de me ew axaftinên birêz Leyla Zana bi rojnameya we re kirî, di cih de dît. Ji ber ku Kurd ne mecbûr in di bin her şert û mercî de bi Tirkiyê ve girêdayî bin an jî bi yek projeyê ve girêdayî bin. Na. Êdî azadî û demokrasî mafê gelê Kurd e jî û mafê gelê Kurd ji bo hemû tiştî heye. Helbet dewlet daxil ji bo hemû tiştî mafê gelê Kurd jî heye. Çi kêmahiya gelê Kurd ji Tirk, Ereb û Farisan nîne. Ji bo wê yekê em dibêjin divê dewletên li ser Kurdistanê dagirker projeyê ku gelê Kurd pêşniyar dike, qebûl bikin. Ku qebûl nekin, wê çaxê bila serî li referandûmê bixin.


Ev çend mehe ti deng û serdaneke birêz Abdullah Ocalan nîne, bi nêrîna we sedemê vê tecrîda dûr û dirêj a li ser Ocalan a ji aliyê Tirkiyê ve çiye?

Murad Karayilan: Dewleta Tirkiyê ev nêzî 6 mehan e tecrîteke giran li ser Serokatiya me dimeşîne. Tecrît, êşkenceya psîkolojîk e. Heta cezayên nû dane Serokatiya me. Ango hucre di hundirê hucre de. Hinek cezayên kevin hebûn, niha ew jî xistine rojevê. Vana zext dikin û ev tecrît û ev zext di huqûqê Tirkiyê de cihê xwe nîne; di nav huqûqê gerdûnî de jî cihê xwe nîne. Girtiyek mafê xwe yê hevdîtina bi malbata xwe re, bi parêzerên xwe re bike, heye. Lê di vê mijarê de Dewleta Tirkiyê bi şêwazekî fermî huqûqê navnetewî, huqûqê xwe yê netewî binpê dike.

6 meh in em nizanin rewşa Serok APO çi ye? Ew 5 hevalên li gel, ew jî werga di wê rewşê de ne. Dewleta Tirk çi dixwazê? Dixwazê teslîm bigire, pê gav paşde avêtin bide. Ew dixwazê ku Serok APO ji helwesta xwe tenezul bikê. Ji bo vê bi şêwazekî bê ehlaqî û bê huqûq zextekê dimeşînê û li hemberî vê jî Serok APO liberxwe dide. Jixwe Serok APO berî vê demekê gotibû, “Ez ti caran musade nakim ku îradeya gelê Kurd binpê bibe.” Niha li ser vî esasî li hemberî zilma AKP’ê li Îmraliyê berxwedaniyeke mezin heye. Ew dixwazin bi esasî şoreşê tesfiye bikin. Hemû hêzên şoreşê tesfiye bikin. Ango hem ê çekdar, hem ê siyasî, civakî, rêxistinî bi giştî naxwazin saziyên Kurdan ên rêxistinî yên azad hebin. Çi hebê dixwazê di bin kontrola wan de bê. Ji bo wê niha êrîş li ser me bi giştî ye û berdewam e. Lê bes êrîşa herî navendî niha li Îmralî ye. Ew di Îmraliyê de dixwazin encam bigirin. Ji bo wê qanûn, huqûq, ehlaq gişt binpê kirine. Ango şerek dimeşe.

Daxwaziya wan a esasî ew e ku şoreşa gelê Kurd tesfiye bikin, gelê Kurd lewaz bikin û teslîm bigirin. Ji bo wê dixwazin di şexsê Serok APO de encam bigirin, Serokatiya me tenezul bikê û ji wir û şûn de bikarin hemû sazî û rêxistinan tesfiye bikin. Jixwe li ser hemûyan bi hev re niha zexteke mezin, êrîşeke mezin heye.

Di Bakurê Kurdistanê de niha şert û mercên asayî nîn in; şert û mercên awarte ne. Di rejîmên leşkerî de jî di vê astê de zulim nîne. Zilmek tê kirin. Li Îmralî zilm heye. Li kolanên Kurdistanê, gundên Kurdistanê, li bajarên Kurdistanê zulim heye. Aşkere însanan bê sûc û bê sedem dikujin, bê sûc û bê sedem dikin zîndanê. Ev ne zilm e, belê çi ye? Zilma herî mezin jî tabî niha li Îmralî ye. Lê em bawerin li hemberî vê zilmê ne li Îmralî, ne li kolanên Kurdistanê, ne jî li çiyayên Kurdistanê em tewîz nadin, emê liberxwe bidin û emê biser bikevin. Jixwe heya niha berxwedana Serokatiya me, berxwedaniya tevgera me, berxwedaniya gelê me û berxwedaniya siyaseta Kurd hevdû temam dike. Ev hîn zêde rejîma AKP’ê ditirsîne. Ew jî êrîşên xwe xurt dikin, lê bes berxwedana me her biçe wê pêşve herê û em bi hêvî û bawerîne ku biser bikevê.


Çend caran gelek aliyan, bi taybetî jî Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ji bo Tirkiyê navnî‏şana rast, guftûgokirina li gel PKK û Ocalan e. Hûn ne di wê baweriyê de ne ku êdî Tirkiye jî ji wê yekê têgihîş‏tiye ku nabe êdî PKK û Ocalan bên tecrîdkirin?

Murad Karayilan: Rast e, gelek derdor wekî we anî ziman çareserî wê çawa çêbibe aşkere kirine. Bi taybetî birêz Nêçîrvan Barzanî jî di ragihandinekê de ev anîbû ziman ku çareserî bi Ocalan û PKK’ê dibe. Jixwe heqîqet jî wisa ye. Ev tespît watedar in û rast in. Jixwe di pirsgirêka Kurd de çareserî encex wilo bibe.

Dewleta Tirk pir ji mêj ve hewl da ku kesên cuda bibînê, bi riyên wan jî hewldanên çareseriyê pêşbixê, lê nikarîbû zemînê wê çêbikira. Ji bo wê jî eger wê aştiyek çêbibe, rêya xwe zelal bûye. Dewleta Tirkiyê wê kengî vê qebûl bikê? Encex ku bibînê nikarê tesfiye bikê mimkune qebûl bikê. Niha li ser me wekî min li jor jî anî ziman, êrîşek heye. Eger di vê êrîşa xwe de negihê encamê, berxwedana me biser bikevê, wê çaxê wê mecbûr bimînê ku tecrîtê rakê, mecbûr bimînê êdî heqîqetê bibînê û qebûl bikê.

Ji bo wê em dibêjin, tenê yek rê heye: Li hemberî vê siyaseta dagirkeriya Tirkiyê ya bi şîdet, kuştin, êşkence û zextê yek rê berxwedan e. Em liberxwe bidin emê biser bikevin; wekî din tenezul, sistî wê ji sedî sed cesaretê bidê dewletê û ti caran wê çareserî çênebe. Lê ku berxwedana gelê me bi giştî biser bikevê, her biçê xurt bibê wê çaxê mecbûr in ku ew jî vê heqîqetê bibînin û êdî qebûl bikin.


Bi baweriya we li Tirkiyê ji bo dirûstkirina çareseriyek a‏ştiyane bo pirsa Kurd, Pêwîste Amerîka û Ewrûpa çi bikin?

Murad Karayilan: Heqîqetek heye ku çavkaniya pirsgirêkên Kurd esas bi xwe Rojava ye ango Amerîka û Ewropa ye. Heya niha ne Amerîka, ne jî rexmê zehf diaxivê Ewropa ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd siyaseteke cidî nemeşandine. Polîtîkayeke xwe ya berçav ji bo çareseriyê bi şêwazekî aşkere pêşnexistine. Ku bi dizî hebê em nizanin. Lê aşkere siyaseta van dewletan di aliyê çareseriyê de nexuya ye.

Ya din a zor girîng, ji bo siyaseta Dewleta Tirkiyê ya bi şîdetê tesfiyekirina Tevgera Azadiyê jî piştevaniyê dikin.

Tevgera me, tevgereke ku mafê Kurdan ê xwezayî dixwaze. Ne teror e. Em mafê ziman dixwazin, mafê çandî, siyasî dixwazin. Em jî neteweyek in. Em dixwazin vê pirsgirêkê bi rê û rêbazên siyasî, aştiyane çareser bikin. Lê belê dewlet dixwazê me bi şîdetê tune bike. Li hemberî vê êrîşê em mecbûr in liberxwe bidin û xwe biparêzin. Xwe parastin mafekî rewa ye. Ji bo rûmet û kerameta xwe, ji bo şerefa xwe helbet emê liberxwe bidin. Ne em teror in; Dewleta Tirkiyê li ser me terorê dimeşîne. Kuştina 35 kesên li Roboskiyê ma ne teror e? Kuştina du kesên li kolanên Amedê ku înfaz kirin ma ne teror e? Kuştinên li Qendîlê, 7 însanên me ji wana 4 jê zarok bûn, Solîna 6 mehî kuştina wê ma ne teror e? Ev terora dewletê ye. Dewleta Tirk li ser gelê Kurd terorê dimeşînê; Amerîka jî piştevaniya wê dike, Ewropa jî piştevaniya wê dike.

Ji bo çareseriyê ev dewlet dikarin çi bikin? Bi rastî çareserkirina pirsgirêkê di destê wan de ye. Ew piştevaniya Tirkiyê nekin, Tirkiye mecbûre çareseriyê qebûl bikê. Bila niha Amerîka piştevaniya Tirkiyê nekê, Tirkiye nikarê li hemberî me werga şer bikê. Tirkiye bi teknolojiya Amerîka û bi îstîxbarata Amerîka niha li dijî me şer dikê û ji ber piştevaniya Amerîka van helwestên tûj, dijwar, şovenîst û nijadperest pêşdixe. Di vê xisûsê de êdî divê van dewletan gelê Kurd nexapînin. Nimûne Amerîka hat Iraqê, piştevaniya wan Kurdan kir. Kurdên me, Kurdên gelê Başûr bi fiîlî beşdarî şer nebûya Amerîka nedikarî ewqas encam bigirta. Yek jî me hemû Kurdan, ji bo di Iraqê de aramî çêbibe me tevahî Kurdan jî piştevanî kir. Başe, ka Amerîka pirsgirêka Kurd li Iraqê çareser kir? Ha vaye lêxist û çû; pirsgirêka Kerkûkê çareser kir? Meseleya petrolê ye, meseleyên dîtir in ango meseleyên ku îro heyî çareser kirin? Na. Heta li Başûrê Kurdistanê jî nêzikbûna xwe ev e. Li Bakur jixwe mafê gelê Kurd ê xwezayî jî nabînê, dibêjê teror e! Ango neheqiyekê li me dikin. Amerîka jî, Ewropa jî di meseleya Kurd de neheq in. Ev pirsgirêk di Peymana Lozanê de wana çêkir. Belkî wê çaxê rola Amerîka têde tune bû, lê Ewropa çêkir. Îro jî divê vê meseleyê dîsa ew çareser bikin û gelek tişt di destê wan de ye; ku ew helwesteke durist pêşbixin wê pirsgirêka Kurd çareser bibê.

Ji bo wê em dibêjin: Lazime Amerîka dev ji vê siyaseta xwe berdê, Ewropa dev ji vê siyaseta xwe berdê. Ango hîna ji qetilkirina Kurdan re piştevaniyê nekin. Ji terora Dewleta Tirkiyê ya li ser Kurdan re piştevaniyê nekin. Bes e êdî! Gelê Kurd jî guneh e, feqîr in, xizan in, her roj tên kuştin. Ev dewletên mezin lazime hinekê merhamet bikeve dilê wan. Di çarçoveya berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî de li hemû tiştî nenêrin. Divê hinekê wijdan hebê, hinekê mirovatî hebê.

Dibêjin, “Tirkiye li dijî Îranê bi me re ye û em bi Tirkiyê re ne.” Tirkiye jî dibêjê, “Bi we re şertê min ev e ku di pirsgirêka Kurd de hûnê li pişt min bin”. Ew jî qebûl dikin. Ango ji bo berjewendiyên xwe yên aborî, siyasî gelê Kurd dikin qurban. Divê êdî dev ji vê siyaseta xwe berdin.

Hêviya me û banga me ev e: Dev ji vê siyaseta xwe ya ku Kurdan dikin qurban berdin. Bes e êdî! Madem hûn ewqas behsa azadî û demokrasiyê dikin, bizanin ev azadî û demokrasî hinekê ji bo Kurdan jî lazim e.

Ango heqîqet ev e. Eger van dewletan helwesteke çareseriyê pêşbixin, pirsgirêka Kurd wê di 6 mehan de çareser bibe. Û eger heya niha çareser nebûye jî, ev sedema xwe ya sereke helwesta wana ye ku piştevaniya Dewleta Tirkiyê dikin. Lewma Dewleta Tirkiye ji vê cesaret digire û çareseriya aştiyane-siyasî qebûl nakê.


Hûn vegera Kemal Burkay û vê dawiyê jî redkirina Xelata Ataturk çawan dinirxînin?

Murad Karayilan: Hevalên Kemal Bûrkay PSK’ê ji me re gotin ku “Kemal Bûrkay dixwaze were welat, lê bes ne bi nasnameyeke siyasî. Dixwazê aktîf siyasetê nekê; zêdetir nivîskariyê bikê. Wekî kesekî asayî dixwazê vegerê.” Me jî got, wilo baş e, em jêre tiştekê nabêjin. Ango me erênî dît. Lê belê piştî ku hat û şûnde axaftinên pêşxistî, bi taybetî li hemû kanalên AKP’ê yên dewletê geriya û zimanê bikar anî, hem nêzikbûnên hikûmeta AKP’ê û hem jî nêzikbûnên Bûrkay bi xwe aşkere kir ku li ser projeyekê hatiye.

Vaye niha AKP hemû siyasetmedarên Kurd digire û dike zîndanê. Vana gişt bê sûc û bê sedem in. Dunya alem her kes nas dike ku van kesan di xebatên veşartî de cihê xwe negirtine, di xebatên çekdarî de cih negirtine. Vana gişt digirin û dikin girtîgehê, lê bes serokekî Kurd ku 35-40 sal in li dijî dewletê jî, efû kir û anî Tirkiyê. Ev bi hev re nakok bûn. Me cardin jî got, ka hele çi jê derdikeve? Lê xuya bû ku AKP dixwazê alternatîf amade bike; ji van alternatîfan yek jî vaye K. Bûrkay e. Ku nebe alternatîf jî, dixwazê bêjê ku ez ne li dijî hemû Kurda me, ez gelek Kurdan digirim gel xwe û efû dikim; lê bes ez li dijî terorê me, ez li dijî yên şîdetê bikar tînê me. Dixwazê wê raber bikê.

Baş e, tu li dijî yên şîdetê bikar tînin disekinî. Ma parêzeran jî şîdet bikar aniye? Ma rojnamevanan jî şîdet bikar aniye? Ma 5 hezar siyasetmedar gişt biçek bûn? Na.

Aşkere ye ku projeyeke dewletê heye; Kemal Bûrkay jî li gorî vê projeyê hatiye. Me hinek bang kirin, me got dev ji vê projeyê berdin. Ev mehek e hinekê bêdeng in. Ez hêvî dikim ku dev ji projeyeke wisa berdin. Ji ber ku biser nakevê. Gelê Kurd kî ked daye, kî canê xwe daye wê bi wana re be. Yên hîç kedek nedayî, hîç şehîdê xwe tune yî bi wana re nameşê. Vî gelî êdî biryarek daye. Lazime her kes ji vê re rêzdariyê raber bike.

Em bi yekîtiya netewî re ne. Li Bakur jî wisa ye. Me ji bo vê bi rêxistinên cur be cur re jî axiviye. Jixwe me got ku tirsa me ew e ku Bûrkay hat vê yekîtiyê xerab bikê. Ji ber ku nêzikbûn di navbera hizban de hebû. A niha jî heye; heta niha xerab nebûye, lê tirsa me heye ku xerab bibe. Ji ber ku rola dileyîze bi temamî li dijî me ye. Niha dewlet dixwazê me lewaz bikê, ew jî xizmeta wê dikê. Bi axaftinên xwe, bi peyamên xwe, bi hemû tiştên xwe ew jî piştevaniya siyaseta dewletê dike. Ango me xwest dev ji vê berdê.

Em hêvî dikin ku belkî hevalên xwe, hawirdora xwe li ser rawestin, dev ji vê siyasetê berdin. Ev siyaset nagihe encamê jî. Dewletê berê tim ji bo berxwedana Kurdan bipelixînê hinek Kurd girtine gel xwe. Sedam jî heman tişt meşand. Divê tu kesekî/e Kurd nekeve vî deravî û vê qebûl nekê. Em jî hêvî dikin ku tu kesek nekevê vê leyîstoka AKP’ê û bi vî awayî rolekê neleyîzê. Hêviya me hîna jî wilo ye. Ango em rexne dikin, lê hêviyên me jî hene ku her Kurdek di vê dema girîng de helwesta netewî bigire.

Ya rastî min nebihîstiye ku Xelata Ataturk red kiriye ango mijara xelatê min nebihîstiye. Jixwe qebûl bikira ev tiştên min gotî, binê wê dihat mohrkirin. Xelata Ataturk çi ye!? Ev tê wê wateyê ku bi rastî bikin qeşmerî. Bi nêrîna min ji bo Kurdekî pêşniyara Xelata Ataturk tenê bi serê xwe niyetê xwediyê pêşniyarê zelal dike. Bûrkay, red kiriye ne kiriye ew ne girîng e. A girîng ew e ku dewlet li ser wî çi difikire? Ew ji bo çi hatiye? Di vir de jî zelal dibe ku dewlet dixwazê wî bikê çi qalibî. Gunehe ku siyasetmedarekî xwe welatparêz û sosyalîst dibîne, piştî 40 salî xwe bike vê rewşê. Dikê Xelata Ataturk bidin Kurdekî! Min ev nebihîstiye. Ez nizanim. Lê kîjan Kurd dikê vê bênamûsiyê qebûl bikê, ez wê meraq dikim.

Lê ez hêvî dikim ku di vê demê de yekîtiya gelê Kurd çêbibê. Kes wilo li kêleka dewletê cih negirê. Berçave dewlet dixwazê me bêhêz bikê, tevahî Kurdan bêhêz bikê. Ango meseleya “ez li dijî PKK’ê me”, dewlet ku dibêjê, “ezê PKK’ê tesfiye bikim” qethiyen ji sedî sed ev dixwazê Kurdan tesfiye bike. PKK Kurd e. Wilo ye. Ji bo dewletê wilo ye. Ev dixwazê Kurdan bêhêz bikê, lê dibêjê, “ez li dijî PKK’ê me, ka werin hûn jî bi min re alîkarî bikin.” Divê her kesek li hemberî vê plana dagirkeriyê hişyar be. Hêviya me heye ku dîsa jî her kesek vê heqîqetê bibînê û li gorî wê helwestên erênî pêşbixê.

Bi baweriya we niha ji bo sazkirina konferanseke neteweyî dem guncaw e?

Murad Karayilan: Raste em dem guncaw dibînin. Lê bes berî wê, divê mirov guftûgo pêşbixê. Hewcehî bi nîqaşê heye. Wer dixuyê ku hinek teref konferanseke netewî wekî civîneke 2-3 rojan dibînin. Em wilo nafikirin. Ango konferansek bicivê, di çend xalan de wekî hevpeymanê çêbikê, daxuyaniyekê bidê û belav bibê. Ez dibêjim wilo ne bes e. Belkî tiştekî wilo jî wekî moralekê bidê, lê di çareserkirina pirsgirêkê de û di pêşxistina doza Kurd de civîneke bi vî şêwazî çi rola xwe çênabê.

Hewcehî bi çi heye? Hewcehî bi konferanseke netewî ya xeyala tevahî Kurdan çêbibe, wekî meclîseke netewî ava bike, heye. Mîsal wekî ya Filistîniyan ku Tevgera Rizgariya Filistînî meclîsa xwe heye. Vaye niha nû Hamas jî tevlî bû. Divê wisa daîmî be. Ango her 6 mehan carekê an jî salê carekê bicivê, pirsgirêkên neteweya Kurd nîqaş bikê û bikaribê di derheqê wan de biryaran bigirê. Û ji bo biryarên girtî divê saziyeke wekî rêveberî hebe. Divê desteyeke rêveberiyê hebe ku bişopînê, lê xwedî derbikevê. Li kîjan beşî çiqas ket pratîkê, neket pratîkê divê vê bişopînê.

Cardin divê sîstemeke xwe ya şîroveyê hebê. Mîsal ên çewt hene, yên wekî tê xwestin nameşin hene; sîstemeke ku bikaribê wana rexne bikê an jî hişyar bikê, pêwîste.

Heta em dibêjin, di derheqê hêzên parastinê de jî dikarê hinek wekî komîteyeke hevbeşiyê hebe. Em hemû siyasetên Kurd dibêjin êdî nema şerê navxweyî bibê. Ji bo ku tiştên wisa ji binî ve nebin divê di hêzên leşkerî de jî hevpeymanek hebe. Em wekî sîstemeke nû ava bikin.

Ya din, em stratejiya neteweya Kurd zelal bikin. Di kîjan şert û mercan de aştî, di kîjan şert û mercan de şer? Tabî divê em vê zelal bikin. Mijarên wisa hene. Em çareseriya pirsgirêka Kurd çawa dibînin? Divê ev jî zelal bibe. Helbet em dixwazin bi rê û rêbazên aştiyane çareser bibe. Lê mafê parastinê heye; ev maf wê di kîjan şertan de bê bikaranîn? Divê mirov vana zelal bike.

Ji bo ev hemû di konferanseke netewî de çareser bibin, em hewcehî bi nîqaşê dibînin. Lazime di navbera siyaseta Kurd de li her çar parçeyan destpêkê pêvajoyeke nîqaşê pêşbikeve û bi van nîqaşan nêrîn hinekê nêzî hev bibin, di derheqê van mijarên sereke yên min anîn ziman de û belkî mijarên cur be cur jî hebin, biraderên din jî mijarên cur be cur bînin rojevê; di derheqê van hemû mijaran de divê nêzikbûnek çêbibe, hinek guftûgo bibin, mirov hinek amadekarî bike û wilo biçê konferansê. Ango em konferansê wilo nabînin: Hema her kes çanteyê xwe rakê werê, rojekê du rojan lê amade bibê, dûv re jî belav bibê û biçê. Na. Ku wilo bê kirin bi raya me wê hêviyên gelê Kurd cihê xwe nebînê û ev jî gumane ku şikandinekê di civaka Kurd de çêbikê. Divê em wilo nekin.

Destpêkê em amadekariyê baş bikin. Nimûne em çarçoveyekê amade bikin, hem di warê teorîk, hem di warê pratîk de. Li ser wî esasî divê civîn çêbibê. Ango civîn ne li dijî çi dewletan be. Dikare eşkere be. Nûnerên dewletan jî dikarin werin lê amade bibin. Nûnerên dewletan jî dikarin werin temaşe bikin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo mafê gelê Kurd, ji bo aştiya herêmê tabî civîn dikarê biryaran bigirê, ray pêşbixê. Lê hinek tiştên bingehîn hene. Ji bo van tiştên bingehîn hîn berî civînê zelal bibin divê komîsyonên nîqaşê çêbibin. Pêşniyara me ev e. Ango lazime komîsyonên nîqaşê çêbibin ku bingehê civînê bê amadekirin û li ser wî esasî konferanseke netewî bikaribe pêşbikeve û serkeftî be. Em hewcehî bi nîqaşê dibînin.

Dem demeke girîng e û guncaw e, lê belê amadekarî pêwîste. Bi raya me konferanseke bêyî amadekarî wê ne serkeftî be. Ji bo ku serkeftî be divê amadekarî bilez destpê bibin. Ev heman demê wekî bangeke me ye.

Ji bo xwendina Beşa Yekîmen  a hevpeyvîna ligel Karayilan

Back to top button