Duyemîn nexweşiya enfeksiyonê di 7,5 mîlyon kesan de hat dîtin

Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku duyemîn nexweşiya enfeksiyonê ya herî kujer a cîhanê di sala 2022an de di nav 7,5 mîlyon kesan de hatiye tespîtkirin.
Di Rapora Cîhanî ya Tuberkulozê ( verem, jana zirav) ya 2023an de 92 welat û herêman cîh girt. Di raporê de hat destnîşankirin ku di sala 2022an de 7,5 mîlyon mirov bi nexweşiya zirav ketine û ev hejmara herî zêde ye ku ji sala 1995an û vir ve li cîhanê hatiye tespîtkirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku di sala 2022an de piştî şewba Kovîd-19ê di belavbûna xizmetên teşhîs û tedawiyên tuberkulozê de li çaraliyê cîhanê başbûnek çêbû û hat diyarkirin ku ji bo bidestxistina armancên nû yên di vî warî de hatine destnîşan kirin, lêkolînên bilez hewce ne.
Di raporê de hat diyarkirin ku di salên 2020 û 2021an de ji sedî 60ê kêmbûna hejmara kesên ku nû bi nexweşiya zilê ketine bi kêmbûna bûyerên li Hindistan, Endonezya û Fîlîpînê ve girêdayî ye û hat destnîşankirin ku zêdebûna hejmara tûberkulozê di sala 2022an de ji asta 2019an derbas bûye.
Hat gotin ku di sala 2021an de hejmara mirinên ji ber nexweşiya zirav ku di nav de nexweşên bi Vîrûsa Kêmasiya Însanî (HIV) jî tê de bûn 1,4 mîlyon, di sala 2022an de ev hejmar daketiye 1,3 mîlyonî.