Civak

Duhok xwe ji bo pêşwazîkirina hezar malbatên kurdên sûrî amade dike

Rêvebirê koç û koçberan li wîlayeta Duhokê di daxuyaniyekê de got ku Duhokê xwe ji bo pêşwazîkirina hezar kurdên Sûriyê amade kiriye.

Mihemed Ebdula ji rojnameya War re got ku, tê texmîn kirin ku ji ber rewşa aloza Sûriyeyê, hezar kurdên rojava qesta herêma kurdistanê û bi taybetê wîlayeta Duhokê bikin û got:

Rêvebirya koç û koçberan bi hevkarî digel aliyên din yên îdarî ji bo avakirina kampekê amadekariyan dikin.

Ji aliyê xwe ve Behzad Elî cîgirê waliyê Duhokê di daxuyaniyekê de got ku, ew pêşbînî dikin ku hezar malbatln jurdên rojava, ji ber rewşa aloza Sûriyeyê qesta herêma Kurdistanê bikin û niha amadekarî ji bo avakirina kampekê tê kirin.

Back to top button