Serokê gruba HDPê ya parlementoyê û parlementerê Muşê Ahmet Yildirim û parlementerê Rihayê Osman Baydemir hatin binçav kirin.Îro ji bo doza Gulten Kişinak Ahmet Yildirim û Osman Baydemir li Diyarbekirê çûn dadgehê li wê derê herdu parlementerên HDPê di çerçova doza KCKê de hatin binçav kirin.Dema doza KCKê destpêkirî dosya Osman Baydemir û Ahmet Yildirim ji bo ku parlementer bûn hatibû cuda kirin.Herweha biryar hebû ku herdu parlementeran jî bi rêya polisa bînin dadgehê. Lê îro dema ew çûn dadgehê hatin binçav kirin û lêpirsîna wan herdu parlementeran berdewam e.