Dr. Kemal Mezher zehmeteke zêder kişand heta rastiyên dîroka Kurd û Kurdistanê rewşen bike

Roja 24.03.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, beşdariyê li rêwresma pêşwazîkirina termê xwedê jêrazî Dr Kemal Mezher da kir ku li Hewlêrê ji aliyê Akademiya Kurdî ve hatibû rêkxistin.

Li rêwresmê da ku birêzan Nûnerên Serok Wezîrê Iraqa Federal û Serok Komar, Wezîrê Rewşenbîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hevjîn û malbata xwedê jêrazî Dr Kemal Mezher û hejmarek ji nivîskar û rewşenbîr amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bilî danîna tacegulê li ser termê xwedê jêrazî, gotarek di derbarê kar û berhemên Dr Kemal Mezher ve pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê ye:

Sipêdeya we baş…

Birêz Osman El Xanimî Wezîrê Navxweya Iraqê û Nûnerê birêz Serok Wezîr Mistefa Kazimî,

Birêz Nûnerê Serok Komar,

Amadebuyên birêz,

Nivîskar û rewşenbîrên xweşdivî,

Xanima Şehla Tahîr Heyderî, hevjîna xwedê jêrazî Profesor Dr. Kemal Mezher!

Malbat û kesukarên wî yên birêz!..

Bi xêrhatina we dikim ji bo rêwresma pêşwazî kirina li termê Dr. Kemal Mezher, ew dîroknivîsê mezinê ku gelek lêkolînên girîng û bihadar li ser dîroka gelê Kurd û navçeyê nivîsiye, ji ber wê jî mafê xwe hebû di dema jiyanê da, niha û li paşerojê de jî rêz lê bigrîn. Spasiya we dikim ku hûn hemû îro li vir li gel me da beşdarin.

Dr. Kemal Mezher ji dayikbûyê Kerkûkê bû. Kerkûkîbûn hêsan nîne, ji ber ku Kerkûkîbûn bi dirêjahiya dehan salên derbasbûyî ji bo Kurdê Kerkûk, wate jiyaneke dijwar û hest nekirina bi aramî û rûbirûbûna berdewam ya înkarkirina li maf û hebûna te ya li ser ax û warê xwe yê resen. Dr Kemal Mezher li kitêba xwe ya (Kerkûk û Tewabi’ha) de ewê li bajar hatibe kirin û rastiyên dîroka Kerkûkê bi belgeyan ve zelal kiriye.

Dr Kemal Mezher, zanayek bû li warê dîroka Kurdistan û navçeyê da, zehmeteke zêde kêşa û kedeke zêde da ku rastiyên dîroka Kurd û Kurdistan û navçeyê li hezaran belgenameyan derbixe û rûdanan pêkve girêbide û dîroka Kurdistanê rewşen bike.

Ew mirovê kedkar û berhemdar îro em hemû ji bo rêzlêgirtina wî li vir civiyane, xwediyê dehan lêkolîn û pertûkane li ser dîroka Kurdistanê, serpereştiya sedan lêkolînên akademî yên li warê dîrokê da kiriye, li zanîngehên Iraqê ders û wane daye hezaran xwendekaran.

Dr. Kemal Mezher dîroknivîseke, herdem li hewla saxkirina peywendiya gelan û mîlletan da bû. Dixwest ewe bide xûyakirin ku gel bi pêkve di aştiyê dane û kêşeyên wan li gel hevdû tûne, hinek hikûmet û siyasetên şaş, kêşe ji bo mîlletan dirust dikin.

Wekî zanayeke Kurd, xwest li dîrokê wekî wareke zanistî, pireke peywendiya li navbera gelên navçeyê da dirust bike û ra û bingehên pêkvejiyan û cîrantiya van gelan bike pêver ji ber ku pêwistiya wan bi hevdû heye, neku ew gengeşeyên siyasî gelên navçeyê ji hevdû dûr dixistin û li hevdû dikirin dijmin.

Karî zanista dîrokê li Kurdistan û Iraqê bi awayeke akademî bide xûyakirin û xwe ji vegêrana bê bingeh û çavkaniyên bawerpênekirî biparêzê û dîrok wekî zanisteke cihê baweriya ji bo gihîştina rastiya rûdanan bide xûyakirin. Eve jî destkefteke mezine ji bo dîrokê, paşê ji bo gelan û neteweyan heta ku xwe ji biryarên pêşwext biparêzin û vegotinên asayî nekin pêverên ji bo hukimdana li ser hevdû da.

Xweşdivî Dr Kemal Mezher ji bo Kurd û Kurdistanê, wiha kir ku tu demekê neçû çarçêweya çavpoşîna ji şaşî û kêmasiyên Kurd û serkirdeyên wê, lê belê tu demekê jî carek jî be paşvekêşiyê ji helwestên xwe yên li asta doza rewaya Kurd da nekir û peywendiya xwe bi xebata rewaya mîlletek ve veneqetand.

Li warê tevgera civakî de jî di dema axaftinê li ser jinan li dîrokê da dikir, hê jî tevgera jinan li cîhanê da li qonaxa destpêkê bû, bi taybetî jî li Kurdistanê. Ew bi wê yekê jinan wekî pêkhateyekî girîngê civakî dibînî û behsa rol û pêgeh û girîngiya wan ya li civakê da dikir, ji bilî wê yekê rûbirûyê her nêrîneke kevneperestiya di derbarê jinan da dibû, wiha jî bingehek avakir ku jin li civaka Kurdistanê da rêzgirtinê ve lê bê temaşa kirin.

Amadebuyên birêz…

Kurd û gelê Kurdistanê bi giştî li bin çewsandineke hemû aliyan da bûye, li gel têkdan û wêrankirina Kurdistanê da, dîroka Kurdistanê jî gelek hatiye şêwandin û wenda kirin. Pêşmerge bi can û jiyana xwe, gelê Kurdistanê ji nemanê parastiye, rewşenbîr û nivîskar û zanayên Kurd jî, dijwarî û nexweşiyeke zêde, ji bo parastina ziman û kultûra Kurd û tomarkirin û saxkirina dîroka Kurdistanê de tamkirine. Ji ber ewe jî rewşenbîr û nivîskarên Kurd ku bi pênûs û peyv xizmeta gel û welatiyan kirin hêjayî rêzgirtineke taybetîne.

Rewşenbîr û nivîskarên Kurd, di dirêjahiya dîroka şoreşên Kurdistanê wekî sazî û dezgehên gelek mezinên dewletî û nîştimanî, rola xwe ji bo hişyarkirin û parastina ziman û rewşenbîriya Kurd de dîtine. Bi berdestên gelek kêm wê yekê kirine, lê belê ji ber ku dilsozî û bawer û şiyana wan zêde buye, karîne ewe bikin. Ji bilî hemû rêgirî û kêmbûna berdestiyan, herdem tevgera rewşenbîriya Kurdistanê çalak û kitêbxaneya Kurdî avadan bûye.

Piştî sala 2003 Dr Kemal Mezher gelek bi hezkirinê ve dixwest li cîheke aram li lêkolînê de berdewam bê, ji bo wê yekê me hemû piştgîrî û asankariyek ji bo wî kir heta ku erşîf û kitêbxaneya xwe ya dewlemend bîne Hewlêrê, lê belê mixabin nexweşî derfetê neda ku hemû ew daxwaz û mebestên xwe temam bike.

Em li vir cara dawiyê xatirxwestin û malavayiyê ji zana û dîroknivîsê mezinê Kurd dikîn ku kar û berhemên wî cihê şanaziyêne. Bi xizmeta ber bi çavê çendîn salên li zanîngeh û peymangehên Iraqê, wekî naveke diyar û geş ji bo herdem bi zîndiyî dimîne, nifşên paşerojê jî bi piştrastiyê ve sûd ji berhemên wî werdigrin. Gelê Kurdistanê û destebijêr û navenda akademî jî li Iraqê, bi awayeke giştî herdem şanaziyê pê dikin.

Gelek spasî Akademiya Kurdî dikim ji bo sazdan û rêxistina vê rêwresmê. Giyanê Dr Kemal Mezher şad bê û sersaxiyê li xanima Şehla Tahîr Heyderî hevjîna wî û hemû endamên malbata wî ya birêz dikim û her wiha sersaxiyê li gelê Kurdistan û li gelê Iraqê dikim.

Dîsa bixêrhatin…

Nerîna min :