Pêşmergeya Kurdistanê bawernameya xwe ji Royal Military Academy Sandhurst wergirt

Jineka pêşmergeya Kurdistanê, di Akademiya Leşkeriya Melîkî li Birîtanya ( The Royal Military Academy Sandhurst-RMAS ) xwend û perdeya xwe qedand.

Medya Mestî temenê 30 sal e û ji berî niha jî dipêşmergetiya xwe de wek pizijk kar kiriye û pişre jî, ji bo perwerdeya xwe ya leşkerî beşdarî di The Royal Military Academy Sandhurst-RMAS– de kiriye.

Di rêwrismekî de, artêşa Brîtanyayê bewernameya temamkirina xuleyê bi serkeftin da Medya Mestî û 18 kesên din jî.

Cara yekemîn e jineke Kurd tevlî perwerdeyeke bi vê asta bilind dibe û artêşa Brîtanyayê vê yekê weke pêngaveke bêwêne bi nav dike.

Medya Mestî li ser ezmûna xwe ya nû got, “Du hefteyên destpêkê zehmet bûn, bi taybetî di nava hewayeke gelekî sar de bûn.”

Medya got, “Min qet bawer nedikir ku ez ê vê xuleyê biqedînim û bigihim roja îro.”

Brîtanya, di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê de, perwerde û hîndekariyê pêşkêşî hêzên Pêşmergeyan dike.

Nerîna min :