
SERSAXÎ
Dr. ÎBRAHÎM NECAR
ÇÛ BER DILOVANIYA XWEDÊ
Duhî stêrkeke Kurdistanê li asîmanê Swêdê, xuricî û tefiya.
Çendî ku mirin fermana Xwedê ye, lê mirina kesên xebatkar û fedakar, valahiyeke mezin dihêle.
Mirina bêbext û bêwext, 09/09/2020, dawî li jiyana Dr. Îbrahîm Necar jî anî.
Dr. Îbrahîm Zaxoyî, salên dirêj li Bexdadê maye û hêj di sala 1940î de, bi alfabeya Latênî dest bi nivîsandina Zimanê Kurdî kiriye. Herweha gelek gotar û berhem li ser Zimanê Kurdî nivîsîne. Demekê jî wek mufetişê xwedinê li Başûrê Kurdistanê kar kiriye.
Rojekê weha gote min:
. Li Başûr zaravayê fermî soranî û alfabeya erebî bû. Lê ji ber ku elifbêtika erebî têra Zimanê Kurdî nake, min digot karmend û berpirsên Çanda Kurdî yên li Kurdistanê ”Bi alfabeya latênî û kurmancî binivîsin.” û gelek tiştên dî jî gotine min.
Ez bi bihîztina mirina Dr. Îbrahîm Necarî, pir êşiyam.
Ew kesekî dilovan, camêr, xerîbdost, dilveker û bevzxweş bû.
Gelek xeysetên wî yên kurdewariyê hebûn û wek mîjûyeke zindî bû ji bo Kurd û Kurdistanê.
Pêşî dibêjim, bila serê Neteweyê Kurd sax be! Hêvîdar im ji Yedanê dilovan ku şûna wî vala nemîne…
Serê zarûkên wî sax be, ji serî ve Prof Dr. Bijar, Dr. Kerîm, Dr. Azad, Dr. Nazik, Dr. Viyan, Nizar û Bilind. Bila serê dost û xizmên wî sax be.
Xwedayê mezin wî pêrgê dilovaniya xwe bike.
10/ 09/ 2020
Zeynelabidin Zinar