Dr Hemûdî: Hemû Iraq pêwîstî bi Barzanî heye
Îro yekşem 24/10/2010 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li Dr. Adil Ebdulmehdî Cîgirê Serok Komarê Iraqa Federal û yek ji serkirdeyên Encumena bilinda îslamî û şanda li gel kir ku ji Dr. Humam Hemudî, Mihemed Husên Elesedî û Elî Fayeq Elqeban ji Encumena Bilinda Îslamî û Tehsîn Ebid Muter ji rêxistina Bedir pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de, ku birêz Dr. Roj Nurî Şaweys Cîgirê Serok Wezîr û Hoşyar Zêbarî Wezîrê Derveyê Iraqê amade bûn, hewldanên pêkanîna Hikûmeta nû û wan astengiyên ku hatine ber çalak kirina encamdana wê erkê guftûgo kirin û li vî derbarî de her du alî bîrûra di derbarê pêşhatên pêwist bi tevgera siyasiyan danûstandin kirin û guftûgoyên qewareyê siyasiyên serketî bi mebesta kêmkirina xalên cûdayan û berfireh kirina hevbeşa nîştimaniyên di navbera wan yê bi navê pêkanîna Hikûmetekî hevbendî nîştimanî nirxandin ku nûnerayetiya hemû pêkhatên serekiyên welat bike.
Serok Barzanî û Dr. Adil Ebdulmehdî tekez li ser pêwîstiya çalakkirina wan hengavan kir ku dibine dema çalakkirina pêkanîna Hikûmetê û rizgarkirina pêvajoya siyasî ji wan tengasiyên ku li pêşdaye. Bi taybetî piştî biryara dadgeha destûrî bi ne destûrî danîna rûniştina vekiriya Parlemena Iraqê ku wiha pêwîst dike hemû qewareyên serketî vê biryara dadgeha destûrî li berçav bigrin û çareseriyek ji bo vê tengasiyê peyda bikin. Ji ber ku mayîna vê rewşê bi awayeke helawestî metirsiye ji bo paşaroja destkeftan.
Li beşekî dinê hevdîtinê de, Serok Barzanî behsa kombûna hevbeşa berfireha roja şemi ya derbasbûyî kir ku li gel hêz û aliyê siyasiyên Kurdistanê û şanda danustankarê Kurdistanî pêkanîbûn. Barzanî ragihand ku kombûn ji bo şêwirmendiyê bû û rola helwesta encumen jî kir beramber bi karnameya Kurdistanî û dûpat kir ku pêwîste aliyê serketiyan pêkve rûnin bo ku bigihin encamek ku hemû alî pê razî bê, ji ber ku welat pêwîstî bi îradeyekî civakî heye bo ku ji wê tengasiyê rizgar bibe.
Dr. Adil Ebdulmehdî, tekez li wê yekê kir ku destpêşxeriya Serok Barzanî ji bo derketina ji wê tengasiyê çaseriya dawiye, bi taybetî li ser asta nevdewletî û ji aliyê Neteweyên Yekgirtiyan ve piştgîriyeke tevahî jî lê tê kirin.
Dr. Humam Hemudî jî ragihand ku hemû Iraqî îro pêwîstî bi Serok Barzanî heye û li benda wê yekê ne Iraqê ji vê tengasiyê rizgar bike.